Giliyê Prof. Şenturk ê nîjadperest hat kirin

OHD û parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Garo Paylan û Fîlîz Kerestecîoglû, giliyê Profesorê Zanîngeha Arelê Ahmet Atîlla Şenturk ê bi gotinên xwe yê nîjadperestiyê rastî nerazîbûnan hat, kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD) û Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Garo Paylan û Fîlîzkerestecîoglû ji ber gotinên Profesor Ahmet Atîlla Şenturk ên "Ji bo her şehîdekî divê parlamentereke/î HDP'ê bê daxistin" serî li Edliyeya Stenbolê dan û bi hinceta "di nava gel de rê li ber kîn û dijminatiyê vedike", "di nava gel de panîk û tirsê belav dike" giliyê Şenturk ê nîjadperest kirin. 

Beriya serlêdanê ji OHD'ê parêzer Fatma Ozdemîr li ber edliyeyê daxuyanî da û diyar kir ku Hîndekar Şenturk bi gotinên nîjadperest ve parlamenteran dike hedef û got: "Di vî şert û mercê şer de em dixwazin bibin dengê aştiyê. Nivîskar û akademîsyen ji bo ku dayik negirîn divê zimanê aştiyê bi kar bînin." Ozdemîr got ku kesên berê xwe dane aştiyê li cem parlamenterên HDP'ê ne û li ser vê axê gelek xwîn hatiye rijandin û gelek cenazeyên gerîla û leşkeran dîtine. 

Parlamenter Garo Paylan jî anî ziman ku ev sê nifşin ku perwerdekar nifrînê hînî xwendekaran dikin. Paylan gotinên Rakel Dînk ên ji bo kujerê hevserê xwe Hrant Dînk gotibû "Ji zarokan qatil afirandin" bibîr xist û got: "Duh şexsekî nifrîn verişiya. Bi taybetî jî em dixwazin di qada perwerdeyê de ev raweste. Divê ev di qada perwerdeyê de cih negirin û bên avêtin. Yên ku gotinên nifrînê hîn dibin, sucên nifrînê pêk tînin. Yên ku vê yekê hîn dikin jî li vê kirêtiya afirandine temaşe dikin."

Piştî daxuyaniyê ji bo gilîkirinê derbasî edliyeyê bûn.