Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Gezî, beriya daxuyaniyê hate dorpêçkirin

Polîsên Tirk, beriya daxuyaniyê ya di 3. Salvegera Berxwedana Gezî ya Taksîm Dayanişmasi de park dorpêç kir.

Polîsên Tirk, beriya daxuyaniyê ya di 3. Salvegera Berxwedana Gezî ya Taksîm Dayanişmasi de park dorpêç kir.

Bi rasthatina salvegera berxwedana Gezî, Taksîm Dayanişmasi dabû xuyakirin ku saet 19.00’an wê bi dirûşmeya “Em li gel hev in, li vir in” daxuyanî bê dayîn. Beriya daxuyaniyê Park, Qada Taksîmê û Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan hate dorpêçkirin. Li derdora parkê polîsan bend danîn û ketin-derketina welatiyan qedexe kirin. Li Cadeya Îstîklala û Qada Taksîmê jî polîs kom bûne.