Gewherê wan, koka wan yek e; AKP-MHP

Faşîzma kesk û faşîzma reş yek e. Cihê ku wê bigihin hev jî faşîzm e. Weke niha!

Destpêka salên 1990’î partiya Refahê ya Necmedîn Erbakan û partiya Turk MÇP, ku pişte wê bibûya MHP, bi blokekê ketin hilbijartinê. Bi rengekî sirûştî ev nakokî ji Erbakan, ku di hêla Îslamî de hesas bû, hate pirsin. Li gel ku berbiçav bû ku MHP partiyeke nîjatperest jî bû, partiya Erbakan ummet ji xwe re esas didît bi van re dikarîbû bikeve hilbijartinê…

Erbakan ê rehmetî li ser pirsa, ‘’MÇP (MHP) partiyeke faşîst e. RP partiyeke dindar e. Ev tifaq ziyanê nade partiya we û bi taybetî bandorê li dengê wan ê Rojhilat û Rojhilata Başûr neke?’’, bersiva Erdogan hem balkêş bû û hem jî bi rengekî wiha bû serê mirov tevlîhev dikir:

‘’Zarokno, hûn MÇP (MHP) şaş zanin. Gewherê me, koka me yek e, em du partiyên bira ne. Tenê argûmanên me ji hev cuda ne.’’

Niha jî, Erdogan ê ku ji heman rêçê tê û bi îxaneta li Erbakan hatî ser kar, bi MHP’ê re flortê dike. Destpêkê Kurdistan, hemû derdorên demokrat, çepgir-sosyalîst, nûxwaz MHP’ê nas dikin. Lê ji bo naskirina MHP’ê mirov tiştekî bi bîr bixe baş e.

Hilbijartina 5’ê Hezîrana 1977’an gotinên MHP’yiyan yên ku ji bo xwe bidin naskirin balkêş bû:

‘’Ji Tirkan pê ve dostên Tirkan nîn in, ne pêkan e ku hebin jî. Ey Tirk! Li xwe vegere û bilerize. Gotina me ji Tirkan re ye, ji Tirkên ji Tirkan çêbûne. Wekî dî derew e…

Ji ber ku MHP tekane partî ye, ku ji Tirk û Tirkîtî neqede têdikoşe..Ên ku ev dewlet hilweşandin (Osmanî) vegerokên ji Rûm-Ermen-Yahûdiyan in, Kurd in, Çerkez, Boşnak û Arnawût in…Tu ey Tirk tu yê heta kengî tehemmûlî van kêmarên gemarî bikî. Bavêje ji nav xwe Çerkezan, bila biçine Kafkasên xwe. Bavêje ji nav xwe Ermenan, Kurdan bavêje, bikuje, tine bike hemû dijminên Tirkan û 5’ê Hezîranê dengê xwe bide MHP’ê ku tekane nûnerê Tirkan û Tirkîtiyê ye…’’

Ev gotin di rûpela 81’ê ya îdîanameya MHP’ê de hene. Ango bi fermî hatine nivîsîn û gelo di yên nenivîskî de çi hatine gotin?

Her kes dizane ku gewherê MHP’ê dijminatiya li gelan e. Ji bo yên ku nizanin gotinên li jor têra xwe balkêş in.

Jê wêdetir , ‘An em ê wan bêdeng bikin an jî xwînê ji kezeba wan bînin’’ qanûna MHP’ê ye ku li hemû rengan fesilandî. Ji ber ku hişmendî senteza Tirk-Îslam e, ew jî wiha ye; ‘’Bi qasî çiyayê Xwedê mirov Tirk be û bi qasî çiyayê Hîra mirov Misilman be.’’

Em ê gotina Birêz Erbakan ji bîr nekin; ‘’Gewherê me, koka me yek e, em du partiyên bira ne. Tenê argûmanên me cuda ne’’. Niha jî MHP bi Erdogan re ye. Hem jî tam weke rihên cêwîk in.

Sedema wê helbet tê zanîn. Helbet, ‘’Yên ku rengê wan yek e, fikra wan yek e û bêrîkirina wan yek e, li gorî qanûna sirûştê normal e ku bigihijin heman qonaxê û bi heman armancê tevbigerin.’’

Erdogan, wek ku gotina Alparslan Turkeş, ku beriya bi salan gotibû, ‘’Siyaseta sereke planeke domdirêj e û nayê hişkerekirin..Divê siyaseta sereke veşartî bimîne, neyê hişkerekirin û ji bo nifşên nû were veguhaztin û domandin’’ kiriye guhê xwe de û heta niha hatiye. Bi salan xwe nêzî Kurdan, Elewiyan, jinan Ermen, Sûryan, Roman, Rûm, Ereb, rewşenbîr, sendîkavan, hunermend, akademisyen, dîndaran kir, gotinên xweş di guhê wan de got, bi gotina rê li wan vedike heta bi îro hat.

Mîna mînaka gotina, ‘çû seferê hat dîsa kerê berê’’, bi qasî serê derziyê jî bi pêş ve neçûyî, hatibûn astan gotina Alparslan ku Turkeş di belgefîlmê de, ya bi navê Seferberiya Dilî de gotibû: ‘Miletê Tirk bi wesfekî wiha ye ku naşibe ti miletî. Tirk miletekî wiha ne ku Xwedê bi wesfên mezin ew afirandine.’’

Bi qutebirî; faşîzma kesk û reş yek e. Û cihê ku bigihinê faşîzm e.

Weke niha!