Geveriyan ji bo Tokçu dikan venekirin

Geveriyan ji bo Tokçu dikan venekirin

Ji bo merasîma  cenazeya Bemal Tokçu  li navçeyê ji bilî firin û dermanxaneyan hemû dikan hatin girtin. Beriya merasîma cenazeyê ji wan û Colemêrgê 3 wesayît polîsên hêza taybet û wesayîtên zirxî hatin navçeyê.

 Hate diyar kirin ku cenazeyê Tokçu dê li Goristana Bajirge bê definkirin , lê ji ber barîna berfa zêde dê li goristana taxa Orman ya nêzî mizgeftê ye bê de definkirin.  Dîsa ji ber zêdebûna berfê gelek kesên ku ji navçeyê dê bihatana jî nekarin bê.

Li aliyê din polîsan tedbîrên berfireh girtine. Ji bo merasîma cenazê li Wan û Colemêrg 3 wesayît polîsên hêza taybet anîn.