'Germa zêde ya li Sîbîryayê encama germahiya global e'

Germahiya zêde ya li Sîbîryayê ku piştî bi dehan salan yekemcar di vê astê de hate dîtin, weke encameke yekser a germahiya global tê dîtin.

Li Sîbîryayê ku yek ji herêmên herî sar ên Rûsya û cîhanê ye, mehên dawî germeke zêde heye ku ji ber vê yekê li gelek deveran agir bi daristanan ketiye. Zanyar dibêjin, li vê herêma ku bi giranî berf û qeşa ye, germahiya heyî '80 hezar salî carekê' dibe.

ENCAMA YEKSER A GERMAHIYA GLOBAL E

Zanyarên saziya bi navê World Weather Attrîbûtîonê sedemên germahiya li Sîbîryayê lêkolîn kirin ku meha Hezîranê gihîşt heta 38 pileyî. Li gorî lêkolînê, germa heyî bi 5 pileyan ji germa asayî zêdetir e û germeke di vê astê de li Sîbîryayê nehatiye dîtin.

Li gorî tespîtên World Weather Attrîbûtîon, pêla germa zêde ya li Sîbîryayê fenomeneke ku 80 hezar salî carekê rû dide. Pispor dibêjin, ji ber germahiya global ev fenomen hîn zêdetir dubare dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêla germahiyê ya li Sîbîryayê eger ne ji zêdebûna germahiya global bûya wê bi vî rengî nebûya û 80 hezar salî carekê bihata dîtin."