‘Gerînendeyên Nobedar ên Weşana Giştî’ yên Ozgur Gundemê hatin girtin
Der barê Fîncanci, Nesîn û Onderoglû yên ku piştgiriya Ozgur Gundemê kirin de biryara girtinê hate dayîn.
Der barê Fîncanci, Nesîn û Onderoglû yên ku piştgiriya Ozgur Gundemê kirin de biryara girtinê hate dayîn.
Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, nivîskar Ahmet Nesîn û rojnameger Erol Onderoglu yên piştgirî dabûn kampanyaya Ozgur Gundemê û peywira Gerînendetiya Nobedar a Weşana Giştî girtibûn, ji ber nûçeyên ku di rojnameyê de derketin bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kirine" li Edliyeya Stenbolê îfade dan.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, Fîncanci, Onderoglu û Nesîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û dadgehê jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine" biryara girtinê da.