Gerînendetiya Daristanan naxwaze şewatan bibîne

Gerînendetiya Giştî ya Daristanan a Tirkiyeyê şewatên daristanên li Dersim û Cûdiyê nabîne û sedema şewatên ji ber operasyonên leşkerî jî wekî ‘nayê zanîn’ şîrove dike.

Gerînendetiya Giştî ya Daristanan li ser malpera xwe diyar kir ku şewatên li daristanên bajarên Kurdan, 53 jê ‘sedema wê nehatiye zanîn’. Tê zanîn ku ev şewat li herêmên ‘qedexekirî’ pêk ten û kesên sivîl  bi tu awayî nikarin biçin van herêman.

Gerînendetiya Giştî ya Daristanan li ser malpera xwe qala şewatên operasyonên leşkerî nake û di lîsteya şewatên di sala 2018’an de qala şewatên li Dersimê nekir.

Li gorî daneyên Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê di sala 2018’an de li Silopî, Cûdî, Omerya, Licê, Pasûr, Zozanên Şêmê, Hezro, Pertek, Çelê, Xozat, Sêrt, Dara Hênê, Elkê, Midyad û Şerefka agir bi daristanan ketiye û ev der herêmên ‘qedexekirî’ ne.

Çalakvanê Wanê yê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Fatîh Şahîn got ku, “Li Kurdistanê leşker agir bi daristanan dixe û lê saziyên fermî yên li Tirkiyeyê ji van şewatan re dibêje ‘sedema wê nehatiye zanîn’. Lê li sedema van tiştan jî nakolin. Tevgera me lêkolînek li ser van şewatan kir û diyar kir ku 53 ji sedê şewatan ji ber operasyonên leşkerî pêk hatine.”

Şahîn bal kişand ser vî tiştî ku a niha agir bi Çiyayê Cûdî ketiye û şewat berfirehtir bûye. Şahîn banga bihistyariyê li raya giştî kir.