Gerîlayên YRK'ê li Swîsreyê hatin bîranîn

Gerîlayên di 5'ê Cotmehê de li dijî artêşa Îranê şer kirin û di vî şerî de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê pêk hat. Di civînê de malbata Nejdet Er (Dara Îdir) ê di sala 2013'an de li Solothûrnê tevlî nava refên gerîla bû û di 5'ê Cotmehê de li Rojhilatê  Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, tevî dostên xwe amade bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, ji bo bîranîna Dara Îdir sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Swîsreyê û malbata Îdir axaftin hat kirin.

Endamê malbata Er di axaftina xwe de got, "Ji bo azadiyê berdêl divê. Nejdet ne şehîdê me yê destpêkê ye, ne jî yê dawiyê."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

...