Gerilayên li Mûglayê şehîd bibûn li Kasselê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG’ê yên di encama komployekê de li Mûglayê şehîd bibûn, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gerîlayên HPG’ê yên di encama komployekê de li Mûglayê şehîd bibûn, li bajarê Kassel ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Gerîlayê HPG’ê yên di meha Cotmehê de bi komployekê li Mûglayê şehîd bûn hatin bîbîranîn.
Di kesayeta gerîlayê bi nasnavê Barger Îlyas Demîr gerîlayên HPG’ê yên bi navê Xalid (Salih Sanri), Alîşêr (Rojhat Seckîns), Adil ( Muhammed Nûrsîda) û Mahîr Mûsa Arslan ên li gel hatin qetilkirin hatin bîbîranîn.
Bi sedan Kurdistanî tevlî merasîma li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê bûn.
Bîranîna ku di saet 14:00’an de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistan û şoreşa cîhanê hate girtin ve destpê kir, siyasetmedarê Kurd Ahmet aktaş axaftin kir.
Aktaş ê bûyerên dawî nirxand, bal kişand ser xwedîderketina şehîd û têkoşîna wan. Bîranîan bi xwendina mewlûdê dewam kir, malbata Şen di kesayeta Warger (Îlyas Demîr) de sersaxî qebûl kir.