Gerîlayên HPG û TÎKKO li Mannheîmê hatin bîranîn
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û ATÎK'ê, 10 gerîlayên HPG'ê û 8 gerîlayên TÎKKO yên di dema dawî de li cihên cuda jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bibîr anîn.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û ATÎK'ê, 10 gerîlayên HPG'ê û 8 gerîlayên TÎKKO yên di dema dawî de li cihên cuda jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bibîr anîn.
Malbata gerîlayê HPG'ê Sehat Qoser jî, ku tevî 5 hevalên xwe li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, tevlî merasîma bîranînê bû. Di bîranînê de peyamên ATÎK'ê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk hatin xwendin. Bi qasî 100 kes tevlî merasîmê bûn û dirûşma "Şehîd Namirin" hate qîrîn.