Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Gerîlayê HPG'ê Zinar Farqîn li Hannoverê hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Mûrat Matyar (Zinar Farqîn) ê di 14'ê Gulanê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Hannoverê hat bîranîn.

Ji bo Matyar li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hannoverê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê destpê kir. 

Piştre li ser navê malbata Zinar Farqîn, Komîteya Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinê ya Ronahî û PYD Hannoverê axaftin hat kirin.

Ferdên malbatê gotin, "Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin."

Di merasîmê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Merasîma bîranînê bi belavkirina xwarina xêrê bi dawî bû.

...