Gerîlayê HPG'ê Panser li warê xwe hate bîranîn

Gerîlayê Elman Mİchael Panser (BagerNûjiyan) ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk jiyana xwe ji dest da, li warê xwe li Motsdamê bi meş û mîtîngekê hate bîranîn. Di xwepêşandanê de dirûşma "Elmanya fînanse dike" hate qîrîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê hefteya derbasbûyî ragihandibû ku gerîlayê Elman Michael Panser (Bager Nûjiyan) jiyana xwe ji dest daye. Panser li warê xwe li Potsdamê rojek beriya rojbûna xwe hate bîranîn. Potsdam ku di heman demê de paytexta Eyaleta Brandenburg a Elmanyayê ye, yekemcar e ku piştî demeke dirêj malovaniyê ji xwepêşandaneke bi vî rengî ya girseyî ya Kurdan re dike.

Xwepêşandan ji aliyê hevalên Panser ve hate pêkanîn û bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber peykerê bîrdariyê yê ji bo şoreşgerên di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir. Di çalakiyê de hate ragihandin ku wê bîranîna Panser her bidin jiyîn û bavê şoreşgera jin a sala 2013'an li Parîsê hate qetilkirin Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî li qada çalakiyê axivî.

Girseya gel piştre ber bi qada Treffpunkt Freizeitê ve meşiya. Çalakger li ber pankarta mezin a ku nivîsa "Michael Panser namire" û wêneyê wî yê li pêşiya ala PKK'ê hatibû kişandin, dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de dirûşma "Elmanya fînanse dike, Erdogan bombe dike" her berz bû. Der barê şerê li Kurdistanê û têkoşîna azadiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Tevî Kurdistaniyan her wiha gelek Elman û aktîvîstên ji gelên cuda tevlî çalakiyê bû. Polîsên Elman pankarta ji wêneyê Panser ji xwe re kir hincet û xwest provokasyonê bike.

Polîsan alên PKK û YPG/YPJ'ê ya li gel wêneyê Panser ji xwe re kirin hincet û êrîşî çalakgeran kirin. Polîsan xwepêşandêrek destgîr kirin, lê çalakgeran bi berpirsyarî meşa xwe heta pêşiya Meclîsa Eyaletê ya Brandenburgê dom kir.

Li vê derê jî mîtîngek pêk hat û hevalên Michael Panser li qada mîtîngê axivîn. Hate bibîrxistin ku Panser têkoşîna azadiyê tercîh kir, lewma tevlî nava refên gerîla bû, lê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Her wiha gotin, "Xwedîderketina li rêya wî meşa di rêya wî de ye."