Gerîlayê HPG'ê Kûrtay bi girseyî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Kûrtay bi girseyî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Kûrtay bi girseyî hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kûrtay Faraşîn) ku di Adara sala 2013'an de li Pîrana Amedê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, li Dêrikê ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin. Girseya gel destnîşan kirin ku, Kûrtay vîna azadiyê ye û ewê hertim xwedî li vê vînê derkevin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Kiran (Kurtay Faraşîn) di 22'ê adara 2013'an de li gundê Pirêjman a Pîrana Amedê ji ber nexweşiya gurçikê jiyana xwe ji dest da, piştî malbatê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirt li navçeya Dêrika Mêrdînê hate definkirin.
Cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşma "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye", "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Piştî ku cenaze hat navçeyê esnafan dikanên xwe venekirin.
Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêvebirên BDP'a Mêrdînê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KCD, cigîrê Şaredarê Dêrikê Dogan Ozbahçecî, şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş û bi hezaran welatî tevli merasîma cenaze bûn. Welatiyan li Taxa Kale cenaze dan ser milê xwe û heta Gorista Şêx Hesen meşiyan. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterê Mehmet Kiran û alên PKK'ê hatin hilgirtin.
Di meşê de bênavber dirûşma "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîdên me rûmeta me ne", "Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.
Parlamenter Ayla Akat piştî merasîma definkirinê axivî û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin, gelê Kurd bêtir nêzî azadiyê bûne û wiha got: "Divê gelê Kurd ji bo azadiyê bêtir yekitî û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin."
Ata bi bîr xist ku Kiran li hember nexweşiyê li çiyê têkoşîna azadiyê meşand û got: "Şehîd Kurtay îradeya azadiyê ye. Divê em hemû bibin layiqê vê îradeyê."
Bavê Mehmet Kiran, A. Halîm Kiran spasiyên xwe li hemû kesên ku tevli merasîmê bûne kir û got: "Ev ciwan lehengên Kurdistanê ne. Ez hemû gelê me yê rêzdar ku di her şert û mercê de li lehengên xwe xwedî derketine bi rêzdarî silav dikim."
Piştî axaftinan girse li heta mala şinê ya ku Mizgefta Tacar hatiye vekirin meşiyan.