Gerîlayê HPG’ê Bartin hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, bi tîlîliyan hate definkirin.

Gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê 19’ê Gulanê ku 3 leşker hatibûn kuştin, li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, li Wanê hate veşartin. Cenazeyê Bartin piştî ji Navenda Tiba Dûrsûn Odabaşi hate wergirtin, bi konvoyekê ve anîn Taxa Suphan a girêdayî navçeya Artemêtê. Darbesta Bartin a bi kesk-sor û zerê rapêçayî ji wesayîta cenazeyê hate danîn, li ser milan bi tepsiyan hineyê di nav dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Qatil Erdogan” de anîn goristana taxê.
Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Bartin bi tîlîliyan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê, Hevserokê MEYA-DER’ê Îdrîs Şaybak axivî, diyar kir ku Kurdan li her qadê wêrektiya xwe îspat kirine, wiha dewam kir: “Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin.” Bavê Bartin Îsa Bartin jî bal kişand ku ji ber îxbarê gelek gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane, got: “Serê Kurdên bi namûs, bi şeref sax be.”
Piştî cenaze hate veşartin, mabeyna ciwan û polîsan de aloziyek demkurt çêbû. Polîsên tax di bin gazê de hiştin, li beramberî berxwedanê neçar man vekişin.
Her wiha, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Ozçak (Şervan Zagros) ê di heman şerî de piştî birîndar bû di Ava Donemeçê de jiyana xwe ji dest da jî ji bo definkirinê şandin gundê Şarşak ê girêdayî navçeya Wêranşar a Rihayê.