Gerîlayê HPG'ê Aslan li Hamburgê hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) ku 14'ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Hamburgê hate bîranîn.

Di civînê de şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hamburgê Ayten Durmuş li civînê axivî.

Durmuş got, "Yûsûfan ji bo em karibin bi rengekî însanî û azad bijîn, canê xwe feda kirin. Nepekane ku mirov van lehengan ji bîr bikin." Durmuş bal kişand ser berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê.

Xalê Yûsûf Aslan Îsmet Kaya jî li civînê axivî.

Kaya spasiya Kurdistaniyan kir ku ew bi tenê nehiştin û diyar kir, wê li ser şopa şehîdên xwe bin.