Gerîlayê HPG’ê Aksoy ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Gerîlayê HPG’ê Aksoy ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Gerîlayê HPG’ê Aksoy ji aliyê bi hezaran ve hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Murad Aksoy (Têkoşer Qoser), ji aliyê bi hezaran kesî ve li Qoserê hat veşartin. Di merasîma cenaze de mamê gerîlayê HPG’ê Aksoy wiha got, “Biraziyê min şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo azadiyê, ji bo gelê Kurd şehîd ketiye.”
Gerîla Murad Aksoy (Têkoşer Qoser) li Geliyê Kirdim ê di navbera navçeyên Pilemur a Dêrsimê û Çêrme ya Çewlikê, di 27’ê Adara 2013’an de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû, cenaze ji aliya malbatê ve hatibû dîtin û anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Piştî rapora otopsiye ya Saziya Tib a Meletiyê, cenazeyê Aksoy anîn navçeya Qoser a Mêrdînê. Cenaze ji aliyê bi hezaran kesî ve li ber Tesîsên Ademhan, bi şîara “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin.
Konvoya ji hezaran maşîneyan cenaze ber bi Qoserê ve birin. Cenaze li Qada Azadî di nav de serokên navçe, bajêr û rêveberên bajarokan ên BDP’ê, şaredar û endamên meclîsa partiyê yên bajêr û navçeyan her wiha nûnerên saziyên civaka sivîl jî ku hebîn ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Aksoy ji vir jî li ser milan anîn mala wî ya li Taxa Îpekê. Piştre jî anîn Mizgefta taxa Îpek. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Aksoy li ser milan û ber bi Goristana Şehîdan a di taxê de meşiyan. Girseya ku di destê wan de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Gerîlayê HPG Murad Aksoy û Medenî Yildirim ê li Licê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin û alên PKK’ê û KCK’ê hebû bi dirûşmayan meşiyan. Piştî cenaze hat veşartin girse bi sirûda “Çerxa Şoreşê” ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz girt.
Piştre rêveberê MEYADER’ê Yilmaz Eren sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û got, “Zarokên Kurd bi salan e ji bo azadiya xwe têdikoşin.” Her wiha Hevserokê BDP’ê yê Mêrdînê Reşad Kaymaz jî got, “Serê malbatê, gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan sax be. Bila dijminên Kurd zanibin; ciwanên Kurd bi tu awayî rê nadin zilm e. Em careke din ji vir bang dikin; ji bo şehîdên gelê Kurd, azadiya gelê Kurd û azadiya Ocalan her tim li taxan bin.”
Mamê Gerîlayê HPG’ê Murat Aksoy, Abdurrehman Aksoy ji gelê Kurd re sersaxî xwest û got, “Biraziyê min Şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo azadiya xwe û azadiya gelê xwe şehîd ketiye.”