Merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Hambûrgê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a Hambûrgê Abûzer Bîlener axivî.
Li ser navê NCDK-Hambûrgê jî Parlamentera berê ya Şirnexê ya BDP'ê Sevahîr Bayindir peyivî.
Bayindir got, "Em careke din ji bo bîranîna şehîdekî xwe li hev civiyan e. Dijmin her roj ewladên me yên ciwan, ji me digire û dilê me dişewitîne. Em bi şehîdên xwe serbilind in. Em ê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin û hewl bidin ji wan re bibin bersiv."
Mele Seîd jî li civîna bîranînê mafê axaftinê girt û qala cihê şehadetê di nava olan de kir. Mele Seîd got, "Her miroveke/î di ber welat, gel û namûsa xwe de jiyana xwe ji dest daye, bawerî, ziman û ola xwe çi dibe bila bibe, şehîd e. Ji ber ku wan li dijî zilmê şer kirin, canê xwe feda kirin. dema canê xwe feda kirin jî ti carî dudil nebûn. Dewletê ola Îslamê ji xwe re kiriye pêlîstok. Bi taybetî vê yekê li Çewlikê dike. Em ji her kesî bêhtir oldar in. Ol di destê kesî de nîne. Em Peymana Medîneyê ji xwe re esas digirin."
Dotmam û pismanên Ahmet Îgne Sûna û Şiyar Îgne jî spasiya hemû Kurdistaniyan kirin ku di rojeke bi vî rengî de ew bi tenê nehiştine. Merasîma bîranînê piştî belavkirina xwarina xêrê qediya.