'Ger mudaxale bikin dê komkujî çêbibin'
'Ger mudaxale bikin dê komkujî çêbibin'
'Ger mudaxale bikin dê komkujî çêbibin'
Komeleya Mafê Mirovan ya Stenbolê der barê îdiayên ku dê di nava 3 rojan de DYA, Îngîlistan û Neteweyên Yekbûyî (NY) mudaxaleyî Sûriyeyê bikin daxuyanî da û diyar kir ku ger mudaxale bikin dê li Rojhilata Navîn komkujî çêbibin.
Komeleya Mafê Mirovan ya Stenbolê der barê îdiayên ku dê di nava 3 rojan de DYA, Îngîlistan û Neteweyên Yekbûyî (NY) mudaxaleyî Sûriyeyê bikin daxuyanike nivîskî da. ÎHD'ê da zanîn ku ger mudaxale li hember Sûriyeyê çêbibe dê sûcên mirovahî pêk were û wiha got: "Dikarin bêyî ku mudaxaleyî Sûriyeyê bikin, kiryarên qetlîama kîmyewî bidarizînin. Ger mudaxale çêbibe dê delîlên heyî bên veşartin û kiryar nayên tespîtkirin." ÎHD'ê diyar kir ku mudaxaleya derve ya li hember Rojhilata Navîn çareseriyê nayne û dê şîdet û pevçûnan zêdetir bike û ger mudaxale çêbibe dê li Rojhilata Navîn komkujî çêbibin. ÎHD'ê da zanîn ku wekî parazvanên mafên mirovan li dijî mudaxaleyê ne.