AKP berê li dij derdiket ku artêşa Iraqê biçe Telaferê, lê niha ji ber operasyonê artêşa Iraqê pîroz dike. Tê texmînkirin, ku di nava çeteyên di operasyonê de teslîm bûne gelek endamên MÎT'ê hene. Her wiha tê gotin, çeteyên teslîm bûne lê ne endamê MÎT'e ne, ji bo qala têkiliyên îstîxbaratî yên navbera MÎT, PDK û DAIŞ'ê nekin, hatine înfazkirin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî roja 20'ê Tebaxê ragihandibû ku operasyona kontrolkirina Telaferê ji destê DAIŞ'ê bi rengekî fermî dest pê kiriye. Artêşa Iraqê û Haşdî Şabî tevlî operasyonê dibû. Di dema operasyona Mûsilê de baskekî artêşa Iraqê li aliyê Telaferê hatibû bicihkirin. Desthilatdariya AKP'ê û çapemeniya wê jî bi gotina "Şîa wê li Tilaferê komkujiya Tirkmenan bike" nerazîbûneke tund nîşan dabûn.
Lê belê ne desthilatdariya AKP'ê ne jî medya wê li dijî operasyona Telaferê derketin. Wezareta Karên Derve ya Tirk jî daxuyaniyek da ku diyar kir ku ew ji serketina operasyona leşkerî ya rizgarkirina Telaferê kêfxweş in.
LI BER XWE NEDAN!
Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî roja 31'ê Tebaxê ragihand, ku Telafer bi temamî ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Yanî Telafer, gund û navenda wê di nava 10 rojan de bêyî berxwedaneke cidî bê kirin hatibû 'paqijkirin'. Ji dîmenên di çapemeniyê de hatin weşandin dihat dîtin ku bi sedan çeteyên DAIŞ'ê li herêma Zumarê xwe teslîmî pêşmergeyan dikirin. Her wiha bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin, di nava çeteyên teslîmî pêşmergeyan bûn de gelek welatiyên TC hebûn.
Gelek dewletan, di şerê Sûriyeyê de endamên xwe yên îstîxbaratê xistin nava bi dehan rêxistinên li ser rûyê erdê. Heman hema her roj di çapemeniyê de dihate nivîsandin ku gelek welatên rojavayî yên weke Amerîka, Elmanya, Îngilîstan û hwd. ji bo endamên îstîxbaratên xwe yên li nava van rêxistinan rizgar bikin, operasyonên taybet kirine. Terorîstên ji çar aliyên cîhanê hatin, di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê dihatin kirin. Herî dawî Brett McGûrk têkildarî rêveberên El Qaîdeyê yên li Îdlibê gotibû, "ji ezmanan bi paraşûtê daneketine" û bi vî rengî bal kişand ser berpirsyariya Tirkiyeyê.
TÊKILIYA NAVBERA TIRKIYE Û DAIŞ'Ê
Tirkiyeyê ev veguhastina mezin a çeteyan, bi rêya endamên xwe yên îstîxbaratê yên di nava van çeteyan de dikir. Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyon li Girê Spî (Tel Eybad) kir, ji dîmenan hate dîtin bê çeteyên DAIŞ'ê yên derbasî aliyê Tirkiyeyê bû dema di nava leşkeran de bûn çawa kêfxweş û rû li ken bûn. Her wiha, di dema êrîşa dijî Kobanê de, çeteyên DAIŞ'ê di nava rojê de bi leşkerên Tirk re li ser sînor li hev civiyan. Wekî din, qeydên axaftina bi rêya telefonê yên navbera çeteyAên DAIŞ'ê û efserên îstîxbarata Tirk, ku çûn ber destê dadgehan, asta têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re radixist pêş çavan.
Çeteyên DAIŞ'ê yên teslîmî pêşmergeyan bûn, balkêş e bi rêya telefonê dikarin bi malbatên xwe re biaxivin. Her wiha dixwazin ku Tirkiye bê û wan bibin. Mînak, çeteyê DAIŞ'ê yê welatiyê TC Orhan Sazak bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û ji wan xwest, ku rayedarên Tirk bê wan rizgar bikin. Bavê wî jî xwestiye kurê wî karibe ji qanûna 'poşmaniyê' sûdê werbigire.
GELO PIRANIYA ÇETEYÊN TESLÎM BÛN, ENDAMÊN MÎT'Ê NE?
Bi ihtimaleke mezin, piraniya çeteyên DAIŞ'ê yên bêyî li ber xwe bidin li Telaferê teslîmî pêşmergeyan (Pêşmergeyên PDK'ê) bûn, endamên MÎT'ê ne. Ji xwe tê zanîn, li heman herêmê bi dehan baregehên artêşa Tirk û navenda MÎT'ê heye. Xuya ye çeteyên DAIŞ'ê yên endamên MÎT'ê teslîmî vê ekîbê bûne. Wekî din, dîmenekî di medya civakî de hate weşandin û 30'ê Tebaxê bi logoya 'rûdaw' hate weşandin, nîşan dida ku bi dehan çeteyên DAIŞ'ê li nuqteyên cuda hatine înfazkirin. Ev dîmen bi sernavê 'DAIŞ'iyên di şer de hatin kuştin' hate weşandin. Halbûkî roja 30'ê Tebaxê li herêma Zûmarê şer neqewimî ku bi dehan çete lê hatibin kuştin. Cesedên li ser hev bûn, piraniya wan destê wan ji pişt ve girêdayî bûn û kamûflakirî bûn. Tê texmînkirin, ev çeteyên DAIŞ'ê yên ku ne endamê MÎT'ê ne, ji bo qala têkiliya îstîxbaratî ya navbera MÎT, PDK û DAIŞ'ê nekin, hatine înfazkirin. Pêkane di demeke nêz de endamên MÎT'ê yên tevlî DAIŞ'ê hatin kirin, wê vegerin Tirkiyeyê û li benda wezîfeya xwe ya nû bin.
Di dema dewamkirina operasyona Telaferê de, AKP'ê 26'ê Tebaxê bi biryarnameyê xala 'pevguhertina girtiyan' derxist. Gelo ev yek ji bo teslîmgirtina çeteyên DAIŞ'ê yên endamê MÎT'ê ye? Ji xwe, eger ev xal ji bo bersûcên 'FETO' hatibûya derxistin, diviyabû heta roja îro nesekinîbûna.