Gelo Tirkiye fosfora bikar anî ji Brîtanyayê kiriye?
Rojnameya The Tîmes bal kişand ku dibe fosfora Tirkiye di êrîşên li ser Rojava de bikar anî ji Brîtanyayê kiriye.
Rojnameya The Tîmes bal kişand ku dibe fosfora Tirkiye di êrîşên li ser Rojava de bikar anî ji Brîtanyayê kiriye.
Di êrîşa balafirên şer ên Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrioyeyê de, dema zarokê bi navê Muhammed Hamîd ê 13 salî ku rakiribûn nexweşxaneyê û her derê wî şewîtî bû, hatibû ragihandin ku ev nîşana bikaranîna çekên kîmyewî ye belav bûbû. Di nûçeya The Tîme de bal hate kişandin ku Brîtanyaya Mezin berhemên ku fosfor li xwe digire firtotiye Tirkiyeyê, agahiya di 20 salên dawî de ji bankên Brîtanyayê lîsteya frotina amûrên leşkerî yên madeyên fosfor li xwe digire ku dayî artêşa Tirk ji sedî 70 lîsteya firotinê daye.
Di nûçeyê de agahiyên keseke pisporê kîmyewî yê Brîtanî heye, hate diyarkirin ku piştî êrîşê mirov dikare li ser nimûneyên hatî girtin lêkolîn bike bê ka ew fosfora spî bê ka ji kîjan welatî hatiye kirîn tesbîd bike.
Di nûçeyê de hatiye nivîsîn ku her çendî firotina fosforê ne qedexe jî be, lê neçariye divê ev made li gorî hiqûqa navneteweyî bê bikaranîn.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku di ser bedena kesên di êrîşên dewleta Tirk de hatine qetilkirin an jî birîndar bûne, dişibin şopên bikaranîna fosfora spî. Hate diyarkirin ku zarokê Kurd ê bi navê Muhammed Hamîd ê 13 salî 16’ê Kanûnê di êrîşekê de birîndar bûye.
Di nûçeyê de agahî hatiye dayîn ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) lêpirsîna têkildarî êrîşên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Her wiha nêrîşên doxtoreke li Til Temir ê 15 birîndarên ku şopên li ser bedenên wan dişibe şewata kîmyesalê derman dikin, jî parvekiriye.
Nûçeya The Tîmes anî ziman ku di artêşa NATO’yê de bikaranîna fosforê bi taybet ji bo ronîkirin an jî armanca veşartina hedefê de tê bikaranîn, lê raste rast li ser mirovan bikaranîn qedexe ye. Bi karanîna vê li dijî Peymana Cenevreyê ye.
Di nûçeyê de îşaret bi delîlên fosfora spî ya ku tê texmînkirin Brîtanya ya ku heta niha çekên fosfor firotî Tirkiye li ser Kurdan hatiye bikaraîn.
Fermandarekî yê pisporê çekên kîmyewî, bîyolojîk û nukleer ê ji artêşa Brîtanyayê ku ji rojnameyê re axivî got: “Di demê dawî de cûreyê fosfora ku hatiye firotina Tirkiyeyê ‘hema bêje bawerim’ fosfora spî ye.” Fermandarê mijara gotinê yê bi navê Hamîsh de Bretton Gordan dema ku mînakên wê hebe mirov dikare bi hêsanî bizane bê ka yên NATO’yê ne an ne.
Parlementerê Lîberal Demokrat a Brîtanyayê Jamîe Stone li bendê ye ku li Kamaraya Avamê mijarê bike rojev.
Li gorî rojnameyê rayedarên hikûmetê rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne û li ser lîsanên firotina çekan jî nirxandinan dikin.