Gelo Tîma Esedûllah vê carê jî li Şaxê amadekariya komkujiyan dike?
Tîmên Esedûllah ku beriya niha li Cizîr û Silopiyayê nivîs li ser dîwaran nivîsandin, vê carê li navçeya Wan Şaxê derketin holê.
Tîmên Esedûllah ku beriya niha li Cizîr û Silopiyayê nivîs li ser dîwaran nivîsandin, vê carê li navçeya Wan Şaxê derketin holê.
Tîmên Esedûllah ku berî du mehan li Cizîr û Silopiyayê nivîs li ser dîwaran nivîsandin, duh êvarê li navçeya Wan Şaxê jî li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Li ser dîwaran nivîsên "Ji wan re bêjin, em daketin bajaran", "Em bi xêr hatin, em ê bi xêr biqedînin" hatin nivîsandin û şeklê heyv û stêrkê hat çêkirin.
Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartû der barê mijarê de axivî û bang li gel kir ku li hemberî vê rewşê hişyar be.
Bartû da xuyakirin ku ev demeke dirêj e li herêmê rêxistinbûyînên îllegal di nava tevgerê de ne û got, "Yên ku bi torosên spî gef li gelê me xwarin, eger ji wan heye ku wê bi vî rengî encamekê bi dest bixin, xwe dixapînin."