Gelo tespîta ‘kîmyewî’ ya DYA’yê hevdîtineke telefonê ye?

Gelo tespîta ‘kîmyewî’ ya DYA’yê hevdîtineke telefonê ye?

Hate îdia kirin ku serwisên îstîxbaratê ya Amerîkayê, hefteya borî piştî êrîşa li Şamê pêk hat, hevdîtineke telefonê ya rayedarekî Wezareta parastina Sûriyeyê bi şefekî unîteya çekên kîmyewî re guhdarî kiriye.

 Kovara Foreîng Polîcy  da zanîn ku serwîsên îstîxbaratê ya Amerîkayê piştî êrîşa çekên kîmyewî ya li Şamê ya di 21’ê tebaxê de pêk hatiye, hevdîtineke telefonê ya wezareta parastina Sûriyeyê bi şefê unîteya çekên kîmyewî guhdarî kiriye.

Kovarê wiha îdia kir: “Duşema borî (21’ê tebaxê) di saetên ku êrîşa bi xof ya kîmyewî ya li Rojhilatê Şamê pêk hat, dihat şopandin de berpirsekî wezareta Parastina Sûriyeyê, bi aloziyek mezin, bi şefê unîteya çekên kîmyewî re hevdîtina telefonê pêk aniye û der barê êrîşa ku bi hezaran kes mirin de bersiv xwestiye.”

Bîlançoya der barê bûyerê de ji aliyê muxalefetê ve wek  bi 1700 kesî re semptonên gaza sînîr hatiye dîtin hat dayîn û û ji aliyê Doktorên Sînornenas jî got bi 3600 kesî re semptonên gaza sînîr hatiye dîtin û her wiha 355 kes jî miriye.

 Kovara Foreign Policy, îdiaya xwe wiha didomîne: “Ev hevdîtinên telefonê ji aliyê serwîsên îstîxbarata Amerîkayê ve hatine guhdarîkirin. Berpirsên Amerîkayê ji bûyera ku Sûriyeyê çekên kîmyewî biaraniye bawerin, lê nabêjin û sedema amadekariya ku dê di rojên pêş de Amerîka mudaxaleyê Sûriyeyê bike jî ev e.