Gelo rejîma Îranê dixwaze bibe wekî Iraq û Sûriyeyê?
Gelekî eşkere ye, heke rejîma Îranê êrîşî Kurdan bike wê tiştekî bi dest nexe û bi van êrîşan re wê zêdetir têk biçe.
Gelekî eşkere ye, heke rejîma Îranê êrîşî Kurdan bike wê tiştekî bi dest nexe û bi van êrîşan re wê zêdetir têk biçe.
Rejîma Îranê di 4’ê Îlonê de li bajarê Banê yê eyaleta Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberên bi navê Qadir Behramî û Heyder Ferecî qetil kir. Piştî wê li gelek bajaran gel rabû ser piyan û çalakî li dar xistin. Niha jî rejîma Îranê bi awayê fîîlî rewşa awarte îlan kiriye.
Divê mirov ji vê bûyera qetilkirina kolberan re nebêje nerazîbûneke hestiyar. Wê girîng be ku mirov balê bikişîne ser van xalan. Di demên dawîn de di navbera rayedarên dewleta Tirkiyeyê û rejîma Îranê de gelek hevdîtinên leşkerî dihatin kirin. Ji raya giştî re eşkere kirin ku operasyona hevpar jî tê de bi hev re gelek biryar dane. Diyar bû ku wê bûyer bi vî rengî bidomin. Rêveberê KODAR’ê Fûad Bêrîtan jî bi demên dawîn de bi daxuyaniyên xwe piştrast kiribû ku Tirkiye û Îranê mijarên leşkerî jî tê de, di gelek waran de li hev kirine.
Ji ber vê jî bûyerên li Rojhilat divê mirov li gorî vê konseptê binirxîne.
Em çend tiştan bi bîr bixînin; di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de peymana lêkirina dîwaran hate girêdan. Saziyên weşanê yên fermî yên rejîma Îranê ragihandin ku wê di vî warî de piştgiriya pêwist were dayîn. Belkî jî xala herî girîng ev bû, beyankirin ku dikarin operasyoneke hevpar li dar bixînin.
Çend îxtîmal derdikevin pêş:
Îxtîmala yekemîn; Her kes dizane ku li Rojhilata Navîn ‘şerê cîhanê yê sêyemîn’ tê kirin. Ji ber vê jî netewe-dewlet ji bo temenê xwe dirêj bikin, rewşa xwe ji ber çavan derbas dikin. Ji ber vê jî îlankirina rewşa awarte ya fîîlî û li eyaleta Kurdistanê zêdekirina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, dibe ku ji bo pîvandina amadekarî û asta rêxistîbûna Kurdan be.
Îxtîmala duyemîn; Hêzên Hewayî yên Îranê, daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, dibe ku li dijî rejîma Îranê mudaxeleyek were kirin. Ji bo pêşîlêgirtina mudaxeleyê, dibe ku bixwaze mûxalefeta di nava xwe de biçewisîne û bixwaze hêza xwe bidomîne. Halê hazir Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di serdemeke xurt de ne û bi qasî wê di warê rêxistinî de jî avadaniya wan heye. Ji bo ku pêşiya mînakeke wekî ya Rojava bigirin, bi metodeke klasîk dixwaze hêzên xwe li eyaleta Kurdistanê bi cih bike û pêşiya vî tiştî bigire.
Îxtîmala sêyemîn: Rejîma Îranê li gorî peymanên ku bi dewleta Tirk re kiriye, bi qetilkirina Qadir Behramî û Heydar Ferecî zemîna provokasyonekê amade kirine û xwestine pêşiya mudaxeleyeke leşkerî vekin. Bi taybetî li eyaleta Kurdistanê îlankirina rewşa awarte, qutkirina elektrîk û cereyanê, vê îxtîmalê xurttir dike. Li cihê ku gelek mirovên Kurd birîndar dibin û tên girtin zemîna mudaxeleya leşkerî zêdetir dibe. Ew ê artêşa Îranê tena serê xwe vê mudaxeleyê bike yan jî li gorî peymanên hatine kirine wê tevî artêşa Tirk bike, ew ê pêvajoyak pêş me bêtir diyar bike. Lê tê dîtin ku konsepteke wisa heye.
Li dijî êrîşên artêşa Îranê duh YRK’ê jî çalakiyek li dar xist. Li gorî ajansan du pastaran jiyana xwe ji dest dane û du pastar jî birîndar bûne. Bi vî awayî rejîma Îranê bi zanebûn an jî bi nezanî dikeve nav şerekî.
Di encamê de; gelekî eşkere ye, heke rejîma Îranê êrîşî Kurdan bike wê tiştekî bi dest nexe û bi van êrîşan re wê zêdetir têk biçe. Di vî warî de divê mirov çend tiştan dîsa bir bîr bîne: Di sala 2011’an de dîsa rejîma Îranê bi hevkariya dewleta Tirk wê êrîşî Çiyayê Qendîlê bikira. Îranê ji eniya xwe êrîşek da destpêkirin û ev êrîş 3 mehan domiya. Dewleta Tirk jî li ser sozên xwe yên bi Îranê re nesekinî û Îran tenê hişt. Xwest ku her du alî li dijî hev şer bikin û ew jî ji xwe re tiştekî bi dest bixe. Artêşa Îranê di sê mehan de girek jî ji destê YRK’ê nestend. Piştre jî bi agirbesteke du alî rejîma Îranê gihişt mirazê xwe. Ez vî tiştî bi bîr tînim û dibêjim heke Îran êrîş bike, wê şaşiya xwe dubare bike. Divê bibîne ku şerê wê yê li dijî Kurdan wê tiştekî ji wê re neyne û ew ê têk biçe. Tekane rê ev e ku, divê bi Kurdan re aştiyeke navxweyî ya bi edalet pêk bîne, yan na wê Îran jî bibe wekî Iraq û Sûriyeyê.