Dema çend AKP’yî bûne hedef, AKP, CHP û partiyên din dibêjin, "siyasetvan dibin hedef; em şermezar dikin." Mîna ku li Tirkiyeyê azadiya meşandina karê siyasetê heye, daxivin. Ev şermezarî dişibin gotinên AKP’iyan ên mîna, "Bila şikir bikin ku têne girtin, em mîna salên 1990’î wan nakujin" tînin bîra mirovan. Her roj siyasetvan têne girtin, parlementerî û şaredarî tên xesbkirin, ev nabe êrişa li dij siyasetê. Hema hema hemû rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê û DBP’ê hatine girtin, ev ne êrîşa li dij siyasetê ye. AKP´yî siyasetvan in, lê HDP’yî û DBP’yî ‘terorîst’ in, divê wan biavêjin zîndanê! Ev henekpêkirina bi aqilê mirovan e. Desilatdariya AKP’ê keviran girê dide û seyan berdide. Têgihiştineke bi vî rengî ya siyasetê dibe gelo? Di vê rewşê de AKP’iyên li Kurdistanê dikarin mîna siyasetvan bên binavkirin? Li Kurdistanê AKP’yî sîxurê mêtingeriya tevkujer a AKP’ê ne. Heger siyasetvanên bi rastî bûna, dema ku HDP’yî hevqasî hatin girtin û zext li wan hat kirin, wê dev ji siyasetê berdabana.
Di rewşa ku dest û milê hinekan girtî be, hinek jî wê kulman li yên dest û mil girtî bixin! Ma lîstika boksê ya bi vî rengî dibe? Heger boks a bi vî rengî nebe, siyaset û siyatvanên bi vî rengî jî nabin. Ji ber vê yekê yên di nava AKP’ê de li Kurdistanê cih digirin ne siyasetvan in. Ji dema 1930’an jî paşketîtir têgihiştineke siyasî li Kurdistanê heye. Di salên 1930´î de walî û qaymeqam di haman demê de rêveberên bajar û navçeyan ên CHP’ê bûn. Di rewşa heyî de li Kurdistanê walî û qaymeqam mîna serokên bajar û navçeyan ên AKP’ê ne. Qaymeqam di heman demê de mîna qayûm têne tayînkirin û erka şaredar jî desteser kirine.
Li Kurdistanê siyaset tine ye. Siyaset hatiye qetilkirin. Tenê yên li dij polîtîkayên AKP’ê û dewletê dernakevin, dikarin biaxifin û siyasetê bikin. Yên li dij siyaseta AKP’ê û dewletê derdikevin sûcdar in. Di serî de jî yên li dij mêtingeriya tevkujer derdikevin, sûcdar in. Tenê mafê jiyanê didine Kurdên ku dijminatiya Tevgera Azadiya Kurd dike. Ew jî ji bo vê demê! Ji ber ku hedefa bingehîn a niha Tevgera Azadiya Kurd e, her kes û derdora ku karibe bi kar bîne,li dij Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Her wiha li dij yên dewletê dixwazin, yên federasyonê dixwazin jî dengê xwe nake. Tenê bila destekê nedin Tevgera Azadiya Kurd, li dij PKK’ê, HDP’ê û DBP’ê derkevin. Tenê ji ber ku ev li dij PKK’ê ne dengê xwe li wan nakin. Osmaniyan her tim ji bo eşîrên Kurd ên derketine pêş bêbandor û sînordar bikin, ji bihêzbûna hin eşîrên din re çavê xwe digirt. Kîjan derdikete pêş, yekser yên din destek dikirin û bi destê wan, eşîran derdikete pêş bêbandor dikir. Yanî ji bo eşîra hedef a divê were bêbandorkirin ya din bi kar dianî. Niha jî heman polîtîka têne meşandin. Berê Osmaniyan, niha jî hikûmetên TC’yê (Komara Tirk) Kurdan mîna amûrên wisa erzan ên bikaranînê dibînin. Xulam, xayîn yan hevkar jî hin derfetên ji wan re hatine pêşkêşkirin bi kar tînin û beranberî van derfetan mîna rûreşên dîroka xiyanetê, bi hevkariyê û xulamiyê tevdigerin.
Hin Kurdan berê bi niyeta, dibe ku pirsgirêka Kurd çareser bike, dengê xwe da AKP’ê. Lê belê niha hinceta dayina dengan ji bo AKP’ê nemaye. Êdî cihgirtina li gel AKP’ê tê wateya xizmeta ji bo dijminên Kurdan. Gelo AKP wê hîn çi bike da bibe dijminê Kurdan? AKP dixwaze Kurdê xwedî îrade tine bike. Ji xwe, rojane bi gotinên yek milet, yek welat nîşan dide ku tevkujerê li dij Kurdan e. Yên Kurdayetiyê diparêzin wê wan biavêjin zîndanan, yên xizmeta AKP’ê ya dijmina Kurd dikin, wê serbest tevbigerin. Kîjan wijdan vê qebûl dike? Kîjan wijdan dikare ji wan re bibêje siyasetvanên AKP’yî.
Siyaseta demokratîk eger gelemperî be, heye. Tenê yek têgihiştin wê xwedî mafê axaftinê be û wê li wî cihî qala siyasetê wê were kirin! Bi nêzîkatiyên wisa wê bikenin. Li Kurdistanê bi navê siyasetê tiştek tine. Li dij yên nasname, ziman, çand, hebûn, azadî û îradeya xwe ya siyasî diparêzin, êrişên mêtingeriya tevkujer hene. Li Kurdistanê li dij gel êriş heye. Li dij siyasetvanên bûne îradeya siyasî ya gel êriş heye. Gotinên, yên van êrişan pêk tînin yên mîna êrişî siyasetvanê partiya me dikin, cidî nayên girtin ne jî wateyeke wan heye, kes jî wan cidî nagire.
Yên ku bi hezeran siyasetvan avêtin zîndanê bibêjin êrişî partiya me dikin, hingê wateya wê tine. Kî li dij girtina HDP’iyan derdikeve, ew dikarin gotinên bi vî rengî bibêjin. Her wiha, ew nikarin bibêjin, li Kurdistanê azadiya siyasetê heye. Gotinek heye dibêje, "Tişta tu nexwazî li dijî te were kirin, tu jî nexwaze ku li dijî yên li derveyî te pêk were." AKP’yî kengî li dij êrîşa mafê siyasetê yê HDP’ê derkevin wê demê mafê wan heye ku êrişên li dij xwe jî şermezar bikin.
Rastiyek heye ku ji wê demê ve heye, ku Şêx Seîd û hevalên wî hatin îdamkirin, ew jî qedexekirina mafê siyasetkirina bi navê Kurdîtiyê ye. Kengî Kurdan xwe bi rêxistin kir û hewl da bibin îradeyeke siyasî, yekser dibin hedefa êrişan. Bi tevkujiyên siyasî re rû bi rû man, yan hatin îdamkirin yan jî di zîndanan de hatin rizandin. Berê ji bo şikandina îradeyê îdam pêk dianîn, niha cezayê bi navê muebeta girankirî heta dawiya temenê mirovan di bin zexteke tund de dihêlin. Mîna ku ev jî têrê nake, dibêjin bila îdam dîsa pêk werin. Vê îdamê jî bêgûman ji bo siyasetvanan daxwaz dikin.
Tayyip Erdogan her bihosta axa Kurdistanê veguherand meydana şer. Rojane dibêjin, me hevqas kuştin, hevqas daliqandin, hevqas serjê kirin. Li cihekî ku hevqasî şer tê bilêvkirin, bêgûman mirov jî wê werin kuştin û birîndar bibin. Di ser televizyon û rojnameyan re her roj propogandaya ka çiqas mirov kuştine, dikin. Navê wê li ser e şer! Ya li Kurdistanê diqewime, şerekî qirêj e. Hem jî qirêktirîn şer e. Tayyip Erdogan û desilatdariya AKP’ê ji ber kuştina sivîlan a di bin navê şer de wê werin dadgehkirin. Desilatdariya AKP’ê di nava 15 salan de bû qatilê bi sedan zarokî û bi hezaran sivîlî. Lewma, berpirsê yekê ji van kuştinan jî ne hate eşkere kirin û darizandin.
JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA