Gelo hikûmeta Iraqê ji bo li Kurdistanê artêşekê ava dike amadekariyan dike?

Gelo hikûmeta Iraqê ji bo li Kurdistanê artêşekê ava dike amadekariyan dike?

Hate îdia kirin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê li Başûrê Kurdistanê ji bo ku hêzeke leşkerî ya taybet ava bike dest bi amadekariyan kiriye.

Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku hikûmeta Navendî ya Iraqê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê yekineyeke leşkerî ya taybet ava bike dest bi xebata kiriye. Rayedarên Başûr jî da zanîn ku ew dê desturê nedin tu hêzeke derveyê qanûnî.

Der barê mijarê de berdevkê Wezareta Pêşmerbeyan Lîva Karzan  Şeqlawayî ji çapemeniya Başûrê Kurdistanê re axivî û diyar kir ku der barê mijara gotinê de ji wan re daxuyaniyek fermî nehatiye kirin.

Ji parlamentoya Kurdistanê Bahar Ebdulrahman ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Agahiya me heye ku Wezareta Parastina Iraqê li qezaya Raperînê ji bo hêzeke wisa navê 4000 kesî nivîsiye. Em di komîsyona parlametnoyê de lêkolînek wisa dikin. Lê em agahiyek fermî neket ber destê me. Bi awayekî fermî tiştekî wisa întîkalê me nekiriye.

Endama Parlamentoyê diyar kir ku Fermandariya giştî ya Peşmergeyan di mijareke wisa de agahî negirtiye û got ew dê desturê nedin mijareke wisa ya derqanûnî.