'Gelo ez xwe feda bikim, wê dawî li vê tarîtiyê were?'

Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Kerem Solhan diyar kir ku ew dixwaze vê tarîtiyê ji holê rake.

Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Kerem Solhan e. Solhan sala 1965'an li gundê Ozkonak ê navçeya Gimgim a Mûşê ji dayik bûye.

Solhan ku sala 2000'î ji neçarî hate Fransayê, li wir jî têkoşîna xwe dewam kir.

Kerem Solhan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir, 80 ji sedî ew tevlî çalakiyên li Ewropayê hemûyan bûye.

Solhan anî ziman, ew vê yekê ji bo xwe têrker nabîne û got, "Pêvajo gelekî neçê dimeşe. Ji ber vê yekê bi şev û roj difikirim, bê çi dikarim bikim; Gelo xwe feda bikim ez ê karibim bibim ronahiyek, ez ê karibim dawî li vê tarîtiyê bînim?"

Kerem Solhan anî ziman, ji bo piştevaniya bi çalakiya gerva birçîbûnê ya Leyla Guven re wan li herêma xwe dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin û ew jî tevlî bû.

Solhan got, "Min bihîst ku wê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li vir dest pê bike. Min jî biryar da ku tevlî bibim û ev biryara xwe bi hevsera xwe re parve kir. Wê jî hurmet nîşanî biryara min da. Em niha li vir in û bi biryar in ku heta bidawîbûna tecrîdê di greva birçîbûnê de bin."