Gelo Erdogan artêşeke nû ya paramîlîter ava dike?

Erdogan ê ku dibêje "Heta sala 2023'an wê şer dewam bike", gelo piştî ku di şerê dijî Kurdan de têk çû bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de artêşeke nû ava dike? Tê texmînkirin, ku Erdogan wê vê 'artêşa xwe' ji çeteyan pêk bîne.

Di Biryarnameya di Hukmê Qanûnan (BHQ) ya hejmara 691 de, xala li ser leşkeriyê hatiye nivîsandin rê li ber vê pirsê vedike; "Gelo dewleta Tirk ji rêxistinên tund artêşeke nû ava dike?" Di vê xalê de wiha tê gotin, "Yên ku endametî yan jî têkiliya xwe bi rêxistinên terorê re hene, yên ji leşkeriyê re guncaw in, yên sedemeke xwe ya derbasdar a li gorî di qanûnê de hatiye nivîsandin nîne, li gorî esasên celp û sewqê yên ji aliyê Wezareta Parastinê ya Milî ve hatine diyarkirin, wê tevlî leşkeriyê werin kirin." Vê yekê rê li ber fikaran vekir, ku mûxalîf bi zorê tevlî leşkeriyê bên kirin. Li aliyê din fikar zêde bûn, ku pêşî li rêxistinên weke SADAT, Hîzbul-Kontra û JÎTEM'ê tê vekirin.

ARTÊŞA JI RÊXISTINÊN ÇETE!

Dewleta Tirk ne xerîbê vê pêkanînê ye, ku di serdema Osmaniyan de jî bi 'Artêşa bê esl' û 'Alayên Hamîdiye' ev kiribû. Ji sûcdarên di komkujiyên Ermeniyan û Dersimê de cih girtin û ji girtîgehê hatin berdan, hêzên paramîlîter ava kiribû. Di salên 1990'î de jî bi JÎTEM û Hîzbul-Kontra ev yek kiribû û kirasê qanûnî li van rêxistinên xwe yên paramîlîter kiribû. Ev guhertina navborî jî, qanûnîkirina van hêzên demên bihurî yên paramîlîter dixe hişê mirovan. Tê gotin, dewleta Tirk plan dike ku çeteyên Esedûllah, DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Tûgayên Sûltan Mûrad û çeteyên ji komarên Tirkî hatine anîn, bi vê rêyê bikin hêza xwe ya çekdar.

PÊKHATEYÊN ARTÊŞA NÛ

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku dibêje "Heta sala 2023'an wê şer bê kirin", tê gotin ku piştî Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji artêşê bawer nake û mîna hêzên paramîlîter ên DYA li Vîetnamê ava kir û Mûxafizên Şoreşê yên Îranê, bi destê rêxistina bi navê SADAT'ê dixwaze rêxistinbûnekê ava bike. Bi guhertina dawî ya qanûnî re tê gotin, ku hewl dide ji rêxistinên çete ÎBDA-C, DAIŞ, El Nûsra, El Qaîde, Hîzbûllah, Ocaxên Osmanî û rêxistinên çete yên mîna wan ên olî, artêşekê ava bike.

TÊKÇÛNA DI ŞER DE

Erdogan, ku di şerê dijî Kurdan de hem li Sûriyeyê, hem jî li Bakurê Kurdistanê têk çû, giranî da ser vegera li karê JÎTEM'ê, zêdekirina cerdevaniyê, xurtkirina hewldanên sîxurkirinê,di bin navê şîrketên ewlekariya taybet de avakirina hêzên paramîlîter û dayina erka bikaranîna çekê ji bo wan. Piştî van hewldanan, tê gotin ku Erdogan niha jî wê di bin sîwana artêşa Tirk de rêxistineke nû ava bike.

DÎSA SADAT DERDIKEVE PÊŞ

Tê ragihand, Erdogan hewl dide vê rêxistiniya xwe ya nû di bin navê Şîrketa Bazirganiya Şêwirmendiya Parastinê ya Navneteweyî (SADAT) de bike, ku ev yek ji aliyê hin leşkerên ji artêşa Tirk  teqawît bûne ya jî têkiliya wan jê hatiye birîn, hatiye avakirin. Tûggeneral ê teqawît Adnan Tanriverdî serkêşiya SADAT'ê dike. Abdurrahman Dîlîpak jî jê re şêwirmendiyê dike. Weke armanca damezrandinê jî ev hatiye nivîsandin; "Ji bo di navbera welatên Îslamê de hevkariya parastin û pişesaziya parastinê bê avakirin, bibe alîkar." Vê rêxistinê di şerê navxweyî yê Sûrieyyê de alîkariya çekan û perwerdeyê da komên çekdar. Di salên dawî de jî ev rêxistin li hundirê welêt hate bikaranîn. Tê gotin, ev wezîfe ji SADAT'ê re hatiye dayin.