Li Agiriyê ya ku beşdariya li referandûmê pir kêm bû, ji sedî 28,3’ê nifûsê neçûn ser sindoqan. Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê Metîn Bîngol diyar kir, ji ber ku dibistanên dengdanê di dorpêça leşker û polîsan de bû gel neçû ser sindoqan û got: “Li dibistanan polîsan maseya xwe danîbûn ber sindoqê û bi sedan polîs di nava dibistanê de digeriyan. Li derve jî ji ber zêdebûna polîsan mirov nikaribû têketa dibistanan.”
‘HILBIJÊR DI BIN TEHDÎDÊ TE BÛN’
Bîngol bal bir ser vî tiştî: “Gel di bin tehdîdê de dengê xwe da. Ji ber vê jî beşdarî kêm bû. Ne hilbijartineke adilane bû. Serokwezîr û Serokkomar hemû derfetên dewletê bi kar anîn.”
Bîngol diyar kir ku, di dema xebatên referandûmê de ew diçûn malên kê, polîsan ew dixistin kamerayan û got: “Bi kamerayê xwestin gel bitirsînin. Dema em rêveber û parlementer çûn Eleşkîrtê polîsan nehiştin. Hemû kesên hatin pêşiya bi kamerayan qeyd kirin. Em diçûn ku derê, bi wesayîtên zirxî dora me digirtin.”
‘BERIYA KU SINDOQ WERIN VEKIRIN…’
Bîngol ragihand beriya ku sindoq werin vekirin hejmara dengên ku nehatiye dayîn ji aliyê polîsan ji AKP’ê re hate ragihandin û got:“Çavdêrên me haya me pê xistin. Polîs dengên ku nehatine bikaranîn ji AKP’ê re radigihand. Gelo sedema vî tiştî çi ye? Gelo AKP’ê dengên nehatine dayîn li ser ‘Erê’ da nivîsandin? Em bawer dikin ku wisa ye.”
LI AGIRIYÊ ÎTÎRAZ
Rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP’ê yên Agiriyê diyar kirin ku di gelek sindoqan de dengên blok derketine û wan ji bo 26 sindoqên ku dengên blok tê de derketine serî li lijneya hilbijartinê dane.