Geliyê Şîlo di bin kontrola gerîla de ye
Geliyê Şîlo di bin kontrola gerîla de ye
Geliyê Şîlo di bin kontrola gerîla de ye
Gerîlayên HPG'ê, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li girekî herêma Şîlo ya Şengalê bicih bûbûn, çalakiyek bi bandor lidar xistin. Di çalakiyê de gelek 4 çete hatin kuştin û Geliyê Şîlo ket bin kontrola hêzên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku di 8'ê Kanûnê saet di 18:30 de, hêzên gerîla li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Şîlo ya Şengalê çalakî lidar xistin. Navendê got, "Gerîlayên me di demeke kurt de gir xistin bin kontrola xwe û li vir cenazeyê 4 çeteyan tespît kirine. Li dû vê çalakiyê Geliyê Şîlo ketiye bin kontrola hêzên me."
HPG'ê da zanîn ku di encama vê açalkiyê de çekek A-4 û fîşekên wê, çekek BKC, çekek kalaşnîkov, dûrbînek teleskop, rextê çekek M-16 û gelek cebilxane hatine desteserkirin.