Gelek kes hatin teziyeya şervanê MLKP’ê Paramaz

Gelek kes hatin teziyeya şervanê MLKP’ê Paramaz

Nûnerên partiyên siyasî, Nûran Agirnasli dayika şervanê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli ziyaret kirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Kesên ji danê sibehê ve tên serdana teziyeyê êşa Nûran Agirnasli parve dikin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi rêya telefonê li Nuran Agirnasli geriyan û sersaxî xwestin.

Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy û Alîkara Seroka Giştî ya ESP’ê Fadîme Çelebî, Seroka Rêxistina Stenbolê ya ESP’ê Çîçek Otlu, nûnerên Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran, endamê Desteya Rêveber a Navendê ya HDP’ê Kadîr Akin, endamê Desteya HDK’ê Akin Bîrdal, endama Desteya Rêveber a Navendê ya SDP’ê Ekîn Bodur, endamên Meclîsa Partiyê ya SDP’ê, birayê Hasan Ocak Alî Ocak û xwendekarên Alinterî jî di nav kesên hatin serdana sersaxiyê de bûn.