Gelê xwest bigihêje Geverê bend danî û dest bi berxwedanê kir
Gelê ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê ket rê, li hember êrîşên hêzên dewleta Tirk bend danîn, dest bi berxwedanê kir.

Bi armanca rawestandina êrîşên li ser sivîlan ku li navçeya Gever a Colemêrgê qada Kanî Heyber a li Taxa Zagrosê di bin bomberdûmanê de ye û di nav sivîlên li vir de jin û zarok jî hene, nêzî 2 hezar kesên ji gundên girêdayî Bajarokê Bajirgê ji bo şkandina dorpêça li navenda bajêr ketin rê, li hember êrîşên polîs û leşkeran di têketina bajarok de bend danîn.
Çeteyên AKP’ê ji wesayîtên zirxî bi ser gel guleyan direşîne, li hember vê jî girseyê dest bi xweparastinê kir. Gelê li rêya bajarok bi kevir û lastîkan bend danî, rê li trafîkê re girt. Gundiyên rêya bajarok bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Geverê” û “Bijî Berxwedana YPS’ê” xistine bin kontrolê, berxwedana xwe didomînin.