Gelê Şengalê li xizmên xwe digerin

Gelê Şengalê li xizmên xwe digerin

Malbatên ku 6 sal  berê di teqîna Şengalê de xizmên xwe wenda kirin, li aqûbeta wan digerin.

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de  li bajarokên Tilezer û Sibaşexidir a Şengalê êrîşên întîxarî pêk hatin û di van êrîşan de  bi sedan kes mirin. Gelê Êzîdî vê komkujiyê  wek73’emîn komujiya li hemberî gelê Êzîdî dibîne.   Kurdên êzdî yên wê demê birîndar bûn ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve rakirin nexweşxaneyê lê ji wi şûnde agahî ji wan nehat girtin. Leşkerên Amerîkayê wê demê gotin ew dê bo tedawiyê bibin nexweşxaneyê û birin nexweşxaneyên Tirkiye, hinek welatên Ereb û Ewropayê û ji wê rojê şûnde agahî ji wan nehat girtin.  Şêniyên bajaroka Tilezer bang li  DYA, Ewropa û welatên Ereb kir ku alîkariyê bidin wan.

Di 14’e Tebaxa 2007’an de bi awayekî hevdem bi tankêran 4 êrîşên cuda yên întîxarî pêk hat û ji 700 zêde mirov kes mirin û bi sedan birîndar bûn. Her wiha 50 kurdên êzdî yên ku birîndar bûn û ji aliyê leşkerên Amerîkayê bi armanca ku bên tedawîkirin birin welatên din.  Îro 35 xizmên kesên wenda bûne diyar kirin ku tu agahiyê ji wan nagirtin.

Gelê Tilezer diyar kirin ku dixwazin der barê zarokên xwe de agahiyan bigirin. Kurdekî êzîdî Navaf Suleyam diyar ki rku bi salan li ser vê bûyerê lêkolîn kiriye û tiştek bidestnexistiye. Suleyman wiha got: “Min ji DYA û midûriyeta bajarokê pirsî.  Ez midûrê bajarokê re hatim cem hev. Got me şehîd nivîsandine. Min got çima we wisa nivisandiye, em dixwazin wan bibînin.  Niha nêzî 50 welatî wenda ne. Kî çi dizane bila bom e bêje. Em dizanin ew şehîd neketine. Hinek dibêjin li Almanyayê di nexweşxaneyê de ne. Em navê nexweşxana nizanin. Hinek dibêjin li Tirkiyeyê ne. Me di kanalek tv de dît. Gotin li Nexweşxaneyên Tirkiyeyê 22 kes hene. Tv yekê jî got li Almanyayê ne.”

Jina bi navê Gewre Xal kul i hevserê xwe û 3 zarokên xwe digere got: “Me serî li her cihê da. Me wêneyên wan şandin her welatî. Dibêjin cihê wan ne diyare. Çima ne diyare. Roja bûyerê min hevserê xwe di Tv de dît. Behsa Tilqeseb dikir.   Got navê min Davut Çetoye. Em ji malbata min 4 kesin. Got lingekÎ min jêkirine. Kurê min birîndar bû. Biribûn Duhokê. Ez li pey wan çûm. Me lêkolîn kir. Gotin birine Amerîkayê. Birin ku derê. Ma ne kaçax bûn, ne firarî bû. Hemû mirovê bê çarebû.  Em 6 sale bo wan digirin. Em li wan digerin.  Êdî em bersivekî dixwazin.”

Yusuf Şêxo ku di komkujiyê de kurê xwe yê 12 salî xwende kir  wiha got: “Kur êmin birîndar bû. Min teslîmê leşkrên Amerîkayê kir. Bi helîkopteran birin cihekî din.  Ev 6 sale ez li pey wî me. Lê min tu agahî negirt. Divê dewlet di vê mijarê de tiştekî bike.

Şêniyên bajaroka Tilezer bang li  DYA, Ewropa û welatên Ereb kir ku alîkariyê bidin wan.

Kesên di komkujiyê de bi birîndarî wenda bû wihane;

1-HEYSEM YUSUF ŞEXO

2- KERİM XELEF YUSUF

3- ADİL KERİM XELEF

4-Haci CİNDİ

5-SAİT QASİM CRDO

6-SELMAN DAVUTÇETO

7-İBRAHİM XELİL ÇETO

8-DAVUT ÇETO XIRO

9-DAXİL ETTO ÇETO

10-DAVUT BEDEL KASIM

11-SALİM ŞEREF İLYAS

12-OMER İLYAS SULEYMAN

13-SALIH SADO

14-SULEYMAN XELEF FARIS

15-SELAM NAÎF REŞO

16-XELEF YUSUF HESEN

17-HUSEYİN YUSUF HESEN

18-EZDİNYUSUFHESEN

19-ZED YUSUF HESEN

20-HADÎ HESEN MURAD

21-XEYRÎ KESO XELEF

22-NEVZAT KEMAL KESO 

23-EVDÎ MURATÎ HACÎ

24-VELIT MURAT HACÎ

25-MERVAN ÎDO REŞO

26-EZİZ SULEYMAN NAVXWEŞ

27-DAVUT SULEYMAN

28-SAMİ SABRİ

29-CEMAL SABRİ

30-XUDEDA XIDIR ŞEMO

31- ALİ NAWXAŞ ALİ

32-SERDAR ALİ NAWXAŞ

33-34-FANİ CİRDU SERHAN û SERBEST ALİ NAWXAŞ

Gelê Tilezer diyar dikin ku kesên der barê vê mijarê de xwedî agahî ne bil ali numareya Yusuf Şêxo

(00964 750 311 37 96) bigerin.