Gelê Rojava di nava seferberiyê de ye

Gelê Rojava di nava seferberiyê de ye

Piştî ku komên çekdar ên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam/Cephet El-Nusra li Serêkaniyê, herêma Çelaxa û Til Ebyadê êrîş pêk anîn û xwestin bikevin herêmên kurdan, gelê Rojava jî ji bo parastina herêmê seferber bû. Li piraniya bajaran navendên dayîna xwînê, alîkariya madî û tevlibûna YPG’ê hatine vekirin. Tenê li bajarê Kobanê nêzî 5 hezar kesî ji bo tevlibûna YPG’ê serlêdan kir.

Li Rojavayê Kurdistanê, li aliyekê hêzên YPG’ê li hemberî êrîşên komên çekdar berxwedana xwe didomînin, li aliyê din gelê Rojava ji bo parastina herêmên xwe di nava seferberiyê de ye. Dikare bê gotin ku li piraniya bajaran, gel navendên dayîna xwînê, alîkariya madî û xwarinê, navendên tevlîbûna YPG’ê û alîkariya hêzên Asayîşê hatine vekirin.

GIRKÊ LEGÊ, DÊRIK, QAMIŞLO

Li herêma Dêrik û Girkê Legê ku ev 13 rojin şer û pevçûn didomin, hemû welatî ketin nava hewldanê û piştgiriya YPG’ê dikin. Li herdu bajaran jî navendên dayîna xwînê, alîkariya xwarinê û serlêdana ji bo tevlîbûna YPG’ê hatine vekirin. Piştî vekirina van navendan bi dehan welatiyan ji bo dayîna xwînê û alîkariya madî serlêdan pêk anîn. Li navendên alîkariyê her welatiyek li gorî hêza xwe tiştekî dide. Welatiyên esnaf li aşxaneyan xwarinê didin çêkirin û ji bo hêzên YPG’ê dibin. Yên ku rewşa wan nebaş be jî dîsa li malên xwe xwarinê çêdikin û dibin navendên alîkariyê.

Li navendên dayîna xwînê heta niha bi dehan welatiyan xwîn daye. Dîsa li hersê bajaran bi dehan ciwanan ji bo tevlîbûna YPG’ê serlêdan pêk anî.

Dîsa gelek welatiyan ku di nava wan de Xrisîtiyan jî hene, bi armanca alîkariyê li ser bendên kontrolê yên Asayîşê nobetê digirin. 

EFRÎN, KOBANÊ

Li bajarên Efrîn û Kobanê jî rewşa seferberiyê heye. Li Efrînê piştî meşa ku duh hate lidarxisti nû bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi dehan welatiyên ku di nava wan de jin, ciwan û kal jî hebûn, ji bo tevlîbûna YPG’ê serlêdan pêk anîn.

5 HEZAR KESAN SERLÊDAN KIR

Li bajarê Kobanê jî navendên dayîna xwînê, alîkarî û serlêdana YPG’ê hatine vekirin. Di xebatên ku ev hefteyeke didome de, bi sedan welatiyan ji bo alîkariyê serlêdan kirin. Her wiha li gelek aşxaneyan jî xwarin tên çêkirin. Dîsa gelek welatiyan ji bo birîndaran xwîn da. Dîsa heta niha nêzî 5 hezar kesên ku di nava wan jin, ciwan û kal jî hene ji bo tevlîbûna YPG’ê serlêdan kirin.

15 KES JI MALBATERÊ NE

Di nava kesên ku ji bo YPG’ê serlêdan kirine de 15 kes ji heman malbatê ne. Her wiha welatiyek û 4 kurên xwe jî ji bo tevlîbûna YPG’ê serlêdan kir.