Gelê Kurd bi ser ket

Parêzer Mahmût Şakar biryara doza  Dîwana Edalatê  ku PKK'ê li dijî 'lîsteya terorê' vekiribû, nirxand, got, ew ê ji bo ku PKK ji lîsteya 2018'an derbikeve serlêdanê bikin. Şakar diyar kir aliyê bi ser ketî PKK ye.

Dîwana Edalatê ya Ewropayê, têkilî 'lîsteya rêxistinên terorê' ya ku ji hêla Konseya YE'yê ve serê şeş mehan tê nûkirin û PKK ji 2001'ê ve tevlî lîsteyê kirin, duh biryareke dîrokî da. Dadgehê, hemû hincetên ku di navbeyna salên 2014-2017'an de di lîsteyan de PKK tevlî nav 'rêxistina terorê' kirî, bêhikim dît, ji hêla endamên Konseya Rêveber ên PKK'ê Murat Karayilan û Duran Kalkan ve, ku wan serî li dadgehê dabûn, doz bidawî kir.

Ji dema ku biryar hatî ragihandin ve, her çendî medyaya Tirk bi nûçeyan ev biryar ne girîng nîşan dabe jî bi vê biryarê wê encamên girîng derkevin holê.

Parêzer Mahmût Şakar diyar kir di Dîwana Edalatê ya YE'yê de, ku saziya herî payebilind a darazê ye, serkeftî PKK ye û têkçûyî YE, DYA, Ingiltere û Fransa ye. Şakar got, ji bo ku PKK ji lîsteya 2018'an were derxistin serlêdan hazir kirine û got, ''Em ê bixwazin ku ev biryar ji bo 2018'an jî were bicihanîn''. Şakar her wiha got, ''Ev biryar wê dozên ku di navbeyna salên 2014-2017'an de hatine vekirin bêhikm bike. Her wiha wê biryarên qedexeyê ku bi vê hincetê hatibû girtin, rake, ji ber mexdûriyetan jî, rê li ber standina tazmînatan vebe''.

TI HIKMÊ WÊ YÊ HIQÛQÎ NEMA

Şakar têkilî mijarê got, ''Biryar têra xwe dîrokî ye. Ji wê hêlê ve girîng e, piştî ku YE'yê PKK kir nav 'lîsteya rêxistina terorê' û bi vê hincetê dozên ku hatibûn vekirin êdî wê ti hikmê wan nebe. Dema ku mirov li hincetên ku PKK kirine nav lîsteyê dinere, me dît ku bûyerên ku PKK'ê nekirine jî û bi ser de yên ku DMME'yê dewleta Tirk jê mehkûm kirî jî avêtine ser PKK'ê. Her wiha hin biryarên DYA, Ingiltere û Fransaj î rasterast têkiliya wan bi PKK'ê re hatibû danîn. Bi van hemû sedeman parastin hatin kirin û hemû hincet yek bi yek hatin rizandin. Dîwana Adaletê jî ev hincet rast dîtin û hikim da ku biryar ne hiqûqî ye û PKK bi van hincetan nikare di lîsteyê de bimîne.''

WÊ BANDORÊ LI DOZÊN DIN JÎ BIKE

Şakar bi berdewamî got lîsteyên 2014-2017'an bêhikim man lê lîsteyên 2018'an jî bi heman hincetan hatine vekirin, ji b o vê jî ew ê serlêdana xwe berfireh bikin û bixwazin ku ev biryar ji bo 2018'an jî were bikaranîn.

Şakar diyar kir ku ev biryar wê bandorê li dozên din jî bike û got, bi vê biryarê de qedexeya li ser saziyên Kurd wê rabe, ji er mexdûriyetên ku hatine jiyîn jî rê li ber standina tazmînatan vebe.

PKK TEVGERA GEL E

Şakar got têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ya PKK'ê ya van salên dawî mirov nikare jinedîtî were, Dîwana Adaletê jî qebûl kiriye ku PKK bi navê rêxistina terorê nikare wer binavkirin û got, ''Ji niha ve zor e ku mirov bibêje, bi vê biryarê nêzîkatiya li PKK'ê ji hêla kategorîk ve guheriye yan na. Lê têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê, rizgarkirina Êzîdiyan a ji komkujiyê, rola aştîxwaz a li Rojhilata Navîn, vekirîbûna ji diyalogê re û derînegirtina li pêvajoyên çareseriyê û bi gelek sedemên din derketiye holê ku PKK jixwe bi rengê rêxistina terorê nikare were binavkirin.''

NEHIQÛQIYA BIRYARA DYA'YÊ DERKETIYE HOLÊ

Şakar got biryara Dîwana Adaletê nîşan daye ku biryara dawî ya DYA'yê ya li ser pêşengên PKK'ê ne hiqûqî ye û got, ''Ji ber ku biryarên DYA, Ingiltere  û Fransa ku weke hincetên dozê hatibû nîşan dan, bêhikm hatine hiştin.''

BIRYAREKE KU WÊ BIBE MÎNAK

Parêzer Şakar herî dawî got biryara ku hatî standin biryareke ku wê mînak were dîtin û diyar kir, ''Ji niha û şûn de ji bo YE û welatên girêdayî wê zehmet be ku PKK mîna 'rêxistina terorê' pênase bikin.''

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka