Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo cejna Qurbanê ya 'bê qurbanî' pîroz kir

Gel li HDP’ê dicivin: 24’ê Hezîranê Tirkye tê guhertin!

Namzetên HDP’ê yên bi gel re dicivin, peyama ku gel wê 24’ê Hezîranê Tirkiyeyê biguherînin dan.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan û bajar bi bajar bi tempoyek lez û bez berdewam dike.

EDENE

Rêxistin û namzetên HDP’ê yên Edeneyê xebatên hilbijartinê bi hemû leza xwe berdewam dikin. Namzetê HDP’ê Edîp Çaçan û Berîtan Onen Yuregîr esnaf ziyaret kirin û ji bo partî bendavê derbas bike ji esnafan deng xwest. Esnafan gotin, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê, diyar kirin ku wê di 24’ê Hezîranê de dawî li hikûmeta yek zilamî bînin.

Dîsan di heman demê de namzetên HDP’ê Sever Ûzun û Denîz Varol çûn serdana gundên Yalak û Dagistan ên navçeya Ceyhanê û ji welatiyan xwestin dengê bidin HDP û dengekê bidin Demîrtaş. Namzet Kemal Pekoz jî çû serdana dikandarên Kocavezîr û dikandaran gazincên xwe yên derbarê kriza aborî de anîn ziman.

MÊRSÎN

Bi pêşengtiya namzetên HDP’ê li kolan, taxa û navçeyan Mêrsînê jî, xebatên hilbijartinê bi coşek mezin berdewam dikin. Namzetên HDP’ê çûn serdana komele, esnaf û malên navçeyên Tarsus, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr û beşdarî civînên gel bûn. Namzetên xwe dan nasandin, pirsgirêkên gel guhdar kirin.

HATAY

Namzeta HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî, li navçeya Samandag a Hatayê ku eslê xwe ji wire, xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Namzetên parlamenteriyê Hulya Kavûk û Kerem Nalbant jî, li navçeyê çûn serdana esnafan. Hatîmogûllarî ya pirsgirêkên esnafan guhdar kir, bal kişand ser polîtîkayên şer û got: “Li welatekê ku şer lê hebe, mirov nikare qala aramiyê bike.”