Gel bi girseyî diçe serdanên gerîlayên PKK û şervanên YPG'ê
Gel bi girseyî diçe serdanên gerîlayên PKK û şervanên YPG'ê
Gel bi girseyî diçe serdanên gerîlayên PKK û şervanên YPG'ê
Ji bo gerîlayên PKK’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan û şervanên YPG'ê yên li Rojava di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane serdanên sersaxiyê hatin kirin.
HEZEX
Li gundê Zengilokê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bo Îslam Beşîr Altay (Beşîr Sason) ê gerîlayê PKK’ê yê di 1997’an de jiyana xwe ji dest da konê sersaxiyê hate vedan. Gelek welatî ji bo sersaxiyê çûn kon. Welatiyên ku bi meşê çûn konê sersaxiyê di meşê de pankarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Îslam Beşîr Altay li ser hate hilgirtin û dirûşmên “Şehîd namirin” “Bijî Serok Apo” “Bijî berxwedana Kobanê “hatin berzkirin.
CIZÎR
Ji bo Savaş Kutlu (Bager Cîzre) yê YPG’î yê di 22’ê Îlonê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Naulalsaxa konê sersaxiyê hate vedan û bi girseyî hate ziyaretkirin. Bi hezaran kes ber bi qada konê sersaxiyê ve meşiyan.
SÊRT
Ji bo Mustafa Ozer (Memyan Botan) ê gerîlayê HPG’ê yê di 2012’an de li çoltera Dara Henê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbat û MEYA-DER’ê ya Sêrtê ve li Mala Şînê ya Taxa Barişê mewlud hate dayîn.
Gelek kes beşdarî mewlûdê bûn. Piştî mewlûda bi Kurdî li ser navê malbata Ozer, birayê wî Nacî Ozer axivî û wiha got: “Bila canê me ji bo Kobanê feda be.” Mewlûd bi xwarina hate dayîn bi dawî bû.
AGIRÎ
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji bo gerîlayên PKK’ê di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, lê nasnameyên wan nû hate aşkerakirin mewlûd hate dayîn. Ji bo M. Nezîr Şîmşek (Harûn) ê di 14’ê Çileya 1992’yan de li Zaxo Sîmbladayê, Muhsîn Yaşîk (Xeyrî) yê di 5’ê Tebaxa 1999’an de li Eledaga Erdîşê jiyana xwe ji dest dan li Mala Şînê ya Îsmet Baycan a li Taxa Ehmedê Xanî mewlûd hate dayîn û gelek kes beşdarî mewlûdê bûn. Nûnerê TUHAYD-DER’ê ya Bazîdê Mehmet Bozkurt diyar kir ku di têkoşîna mafdar a Kurdan de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dane û ew ê jî şopdarên vê têkoşînê bin. Mewlûd bi duayên hatin xwendin bi dawî bû.
Ji bo şervanê YPG'ê Sabuncu jî mewlûd hat dayîn
Ji bo Orhan Sabuncu (Rustem Cûdî) yê şervanê YPG’ê yê li Kobanê di pevçûna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Haydaroglu ya Eleşkîrê ya Agiriyê mewlûd hate dayîn. Gelek welatî beşdarî mewlûdê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê DBP’ê yê Agiriyê Necmeddîn Efe axivî û bal kişand qirkirina ku li ser Kurdan tê ferzkirin. Efe got ku divê yekîtiya Kurdan pêk bê heke ne wisa be wê tunebûne re rû bi rû bimînin. Piştî mewlîd hate xwendin girse ji gund veqetiya.