Gefa dawî li Rojavayê Kurdistanê
Gefa dawî li Rojavayê Kurdistanê
Gefa dawî li Rojavayê Kurdistanê
Beriya çend rojan dîsa sînorê bitenê yê ku başûrê Kurdistanê û Rojava bi hev re girê dide hatibû girtin. Pêşî sedem wekî teknîkî hat nîşandan paşê jî ji daxuyaniyên aliyên siyasî hat xuyakirin ku sedem siyasî ye.
Ji her kesê ku rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dişopîne re aşkera ye ku di nava 2 salên borî yên şerê dijwar li vî welatî gelek hewldan çêbûn ku bajarên Rojava jî wekî bajarên din ên ku şerê dijwar lê qewimîn bên wêrankirin û valakirin. Lê ew plan û hewldan ji aliyê kurdan ve biberxwedaneke mezin hatin pûç kirin.
Piştî ku kurdan di nava ambargoyên dijwar û êrîşên komên çete de bitêkoşîneke mezin destkeftiyên xwe parastin dîsa nakokiya bi hin aliyên siyasî ên Kurd re derketpêş.
Em werin ser mijara girtina deriyê sînor ê ji aliyê rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê. Mijarana kokiyê bi kurtasî wiha ye. Partiya El Partî ku serokatiya wê Abduhekîm Beşar dike 74 endamên partiya xwe biriyên ne fermî ji Başûr derbazî Rojava kirin. Hêzên Asayişa Rojava jî ew kesên mijara gotinê li deverên cuda binçav kirin.
Bibinçavkirinavanendamên El PartîserokatiyaHerêmaKurdistanêbertekektundnîşanîgirtinawan da û gotdivêewzûbênberdan û wekîberteklihemberîgirtinawankesanderiyêsînorjîgirt. Asayişêjîpiştîkulêpirsînawankesanbidawî kir ew serbest berdan.
Li vir gelek pirs di serê mirov de bê bersiv dimînin. Gelo ew kes çima bi dizî derbazî Rojava bûn? Gelo heke asayî rê li ber komên wiha veke û her yek ji aliyekî ve komên çekdar ava bikedê rewşa Rojava têk neçe? Gelo ev kesên ku serê 2 salane dibêjin em li dijî çekdariyê ne çima niha hat bîra wan ku komên çekdar ava bikin? Gelo hebûna 2 aliyên çekdar dê rê li ber şerê birakujiyê veneke?
Gotinek pêşiyan heye ku dibêje; “Xwar rûnê û rast bipeyive” û yek din jî heye ku dibêje; “Divê her kes kumê xwe deyne berxwe û hesab ji wijdana xwe bixwaze.” Bi her halî ev nakokî û tevlîheviya di navbera wan hêzan de ne tenê jiber vê bûyerê derket lê ew bûyer bû sedem ku şerê berê bidizî dikirin niha aşkera dikin. Bêyî ku ez aliyekî bigirim û aliyekî tewanbar bikim sedem çi be bila bibe ne tiştekî exlaqî ye û dûrî hemû nirxên kurdayetî û mirovî ye ku ew deriyê sînor wekî zextekê lihemberî gelê Rojava bê bikaranîn.
Gelê Rojavayê ku serê 2 salane lihemberî hemû êrîşan xweparastiye, lihemberî birçîbûn û ambargoyên dijwar cih û warê xwe bernedaye hêjayî piştgirî û alîkariya hemû aliyên kurd e û ne mafê tu kesî ye ji bo berjewendiyên xwe yên teng bibe hevkarê ambargoya dijwar li ser Rojava. Bi van nakokiyan dê dîsa rê li ber komên çete û dizan vebe ku bajarên kurdan ji xwe re bikin hedef.