Gef li malbata Sarisuluk tê xwarin
Gef li malbata Sarisuluk tê xwarin
Gef li malbata Sarisuluk tê xwarin
Hat ragihandin, malbata Ethem Sarisuluk ê di dema xwepêşandanên li Enqerê de ji aliyê polîs ve hat kuştin, rastî gefa polîsan tê. Malbata Sarisuluk der heqê mijarê de diyar kirin ku ewê gilî bikin.
Birayê Ethem Sarisuluk Mûstafa Sarisuluk û hevsera wî Çîgdem Sarisuluk dan xuyakirin ku malên xizmên wan li serdegirtina polîsan rast hatine û gef li wan hatine xwarin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin; "Malên ximzên me li serdegirtina polîsan rast hatin. Keçên metka me, bi gefa polîsan re hewl tê dayîn bêdeng bên kirin. Piştî veşartina delîlan, serbestberdan û parastina polîsê kujer û redkirina daxwaznameyên me, niha jî gefê li xizmên em dixwun. Em vê polîtîkaya tepisandin û zextê şermezar dikin. Ji xizmên me çi dixwazin? Eger difikirin ku emê bitirsin û dest ji dozê berdin, hingî xwe dixapînin. Emê dest ji vê dozê bernedin."
Çîgdem Sarisuluk jî da xuyakrin ku polîs çûne mala keçên metka Ethem Sarisuluk, lê kes li malê nedîtine, lewma notek daniye binê derî. Sarisuluk got, "Ji xebatkarê ber derî re gotin, ji wan re bêjin, li ku deverê bên dîtin, emê wan bixin binçavan. Dengê wan gelekî tê." Çîgdem Sarisuluk diyar kir ku ewê ji ber van gefan gilî bikin.