"Gava di dorê de Destûra Bingehîn a Demokratîk e"
"Gava di dorê de Destûra Bingehîn a Demokratîk e"
"Gava di dorê de Destûra Bingehîn a Demokratîk e"
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna koma partiya xwe de li ser girîngiya Konferansa Aştî û Demokrasiyê rawestiya. Kişanak diyar kir ku ev konferans ji bo aştiyek mayinde gelek girîng e û got: "Gava muzakereyan a yekem hat avêtin û didome. Niha dora gava muzakereyan a duyemîn e. Ji bo destûra bingehîn a demokratîk û azad pêş bikeve konferans dê erka xwe pêk bîne."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê de mijaren girîng yên hefteyêde nirxand û diyar kir ku mijara herî giring Konferansa Aştî û Demokrasiyê bû. Kişanak, bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha got: "Birêz Ocalan dixwaze ev pêvajoya muzakereyan wekî pêvajoya çareseriya demokratîk pêş bikeve. Birêz Ocalan di peyama Newrozê de jî got 'Ger ku Aştiyek û demokratîk pêş bikeve dê li Tirkiyeyê pêş bikeve û li Rojhilata Navîn belav bibe' Birêz Ocalan xwest hemû kesên li Mezopotamya, Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn tev li vê pêvajoyê bibin. Ev konferans li ser vê daxwazê pêş ket. Pir berfreh bû. Ji pirsgirêk û çareseriya mijara jinê heta ekolojiyê gelek mijar berfirehi hatin niqaşkirin."
Kişanak, da zanîn ku ev konferans ji bo Tirkiye ji nûve li ser wekhevî, edalet, aştî, siyaseta demokratîk pêş bikeve konferansek girîng bû. Kişanak, da zanîn ku ev konferansek dîrokî bû û wiha axivî: "Bi vê konferansê dê hiqûq û pêvajoya di nava dewlet û civakê de ji nûve bê avakirin. Dê Tirkiye ji nûve bê avakirin. Ger ku em azad bibin em dê bi hevre azad bibin. Ger ku em aştiyê bêhn bikin em dê bi hevre bêhn bikin. Divê me hemû bi hevre milê xwe bidin vê pêvajoyê. Kurd, Tirk, Ermenî, Suyanî, Çerkez, elewî, misliman, jin, ciwan, hemû beşên civakê yên bîr û baweriyan û beşên civakê di vê konferansêde hatin cem hev."
Kişanak, li ser biryarên ku di konferansê de hatin girtin jî rewastiya û wiha berdewam kir: "Ev Hevpara Konferansê hemû Tirkiyeyê hembêz dike û dê vê pêvajoyê bimeşîne. Divê ev muzakere berdewam bike û rê li pêş aştiyek mayinde avabike. Ev konferans ne li ser daxwazê, bi vîn û baweriya we dê vê pêvajoyê bimeşîne û zorê li hikûmetê û meclisê bike. Li dijî otorîteriya îxtîtarê dê şer bike û li gorî ruhê muzakereyê dê xebatê bimeşîne û aliyan têxe nava pêvajoyê. Ji bo muzaere û pêvajoya çaresekiyê bi lezgîn pêş bikeve tê meclisê têxe nava hewldanê. Konferans li ser hewldana Birêz Ocalan û pêvajoya muzakereyan jî rawestiya. Konferansê xwest ji bo muzakereya bi Ocalan re serkeftî pêş bikeve Azadî, tenduristî û ewlehiya Ocalan esas bê girtin. Ev konferans dê ji pêşerojê bibe rohanî. Ev konfrenas destpêka çareseriyê ye. Dê ji niha û pêve bibe kirdeya sereke ya çareseriyê. Pêvajoya muzakereyan ji 3 pêngavan pêk tê. Ya yekem vekişîna gerîlla bû. Li gel kêmasî û pirsgirêkan berdewam dike. Komîsyona Mirovên Aqil hat avakirin û Komîsyona Çareseriyê hat avakirin. Niha divê em pêngava duyemîn biaxivin. Divê makeqanûna sivîl û demokratîk bê avakirn. Divê demokrasî pêş bikeve û reform bên avakirin. Ev konferans ji bo makeqanûna azadîparêz pir girîng e. Vê konferansê ji bo makeqanûna nû pevir da ser milê xwe.
"TENÊ BI XWESTINA AŞTIYÊ, AŞTÎ NAYÊ"
Kişanak, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha got: "Kemal Kiliçdaroglu dibêje 'em jî aştiyê dixwazin em ne li dijî aştiyê ne' Em jî dibejin Birêz Kiliçdaroglu, kesên aştiyê bixwazin divê di ava pêvajoyê de cih bigirin û nebin asteng. Tene bi gotinê 'Ez aştiyê dixwazim' aştî nayê xwestin." Kişanak, polîtîkayên CHP'ê rexne kir û xwest êdî xwe nû bike û tev li pêvajoyê bibe.
Kişanak, bal kişand ser komîsyona Çareseriyê ku li meclisê hatiye avakirin û wiha got: "Yekem car di bin baneyê Meclisê de Komîsyona Çareseriye hat avakirin. Ev komîsyon girîng e. Ev komîsyon li ser pirsgirêka kurd lêkolîn bike girîng e. Pirsgirêka kurd çima ji ku derket, Çawa derket, çi bi xwe re anî? Niha lêkolînê dike. Ev komîsyon bi daxwaza Tirkiyeyê hat avakirin. Wê demê divê komîsyon bibe bersîva daxwazên gel. Divê lêkolînên rast bike û li gorî rol û mîsyonên xwe tev bigere. Divê ev komîsyon li gorî berpirsiyarî û armanca xwe tev bigere. Nêzîkatiya me ya ji bo komîsyonê zêde ye. Em dixazin hikûmet jî wekî me nêzî komîsyonê bibe."
"WELATIYÊN KOMKUJÎ ŞERMEZARKIRIN RASTÎ 37 SAL CEZA HATIN"
Kişanak, da zanîn ku lazim e berî her tiştî hin reform bên avakirin û wiha berdewam kir: "Niha ji Bajaroka Ortoklara Aydinê welati li vir hene. Dîsa xwendekarên zanîngehê li vir hene. Li Ortaklarê piştî komkujiya Roboskiyê çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Di 30'ê Kanûna 2011'an de welatiyên ku Roboskî şermezar kirin hatin binçavkirin. Dîsa di 15'ê Sibatê de welatiyên ku komploya navnetewî şermezar kirin hatin binçavkirin. 6 hevalên me 4 ji wan ji bo ku 15'ê Sibatê û komkujiya Roboskiyê şermezar kirin her yek jê rastî 37 salan cezayê girtîgehê hatin. Hûn çiqas bêjin sûc in jî ev welatî nabêjin şermezarkirina komkujiya Roboskiyê sûc e. Ev çawa edalet e? Ev çawa demokrasî û çawa hiqûq e? Hûn dê kê bi vê yekê bidin bawerkirin? Ger ku mirov ji ber Komkujî û komplo şermezar kiribin rastî ceza bên. Wê demê çawa dê aştî pêş bikeve? Ev hevalên me yên rastî ceza hatin hemû di navbera 19-20 salî dene. Hemû gundê wan hatine şewitandin û koçî Rojava bûne. Hûn dê nasnameya wan qedewe bikin. Hûn dê gundê wan bişewitin. Hûn dê wan sirgûn bikin. Kes naxwaze di nava vê rejîmê de bijî."
Kişanak li ser cezayê ku li xwendekaran ji hat birîn rexne kir û wiha got: "Dîsa hevalên me yên xwendekar di nava em de hene. Ji ber ku daxuyanî dane, bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" rastî 7-8 sal ceza hatine. Wê demê bila kes bi gotina "Pevçûn bi dawî bûye aştî jî pêk hatiye" me nexapîne. Divê her tişt rast bê dîtin. Hêj ji zarok heta kal û pirên me wekî teror tên dîtin. Ev meclisa Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê ji vê şermê rizgar bike divê bi lezgîn têkeve nava tevgerê."
Kişanak, bang li hemû gelê kurd kir ku li daristan, gund û xwezayê xwedi derkevin û wiha berdewam kir: "Bi pêvajoya vekişîna gerîlla re, em dibînin ku dîsa liv û tevgeralekerî didome. Em dibînin ku daristan tên şewitandin. Bi salan in daristanên me hatin şewitandin. Dewletê operasyo pêk anîn û daristan şewitandin. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin û em dibêjin dîsa li gundê xwe û warê xwe vegerin. Disa dest bi çandiya dar û beran bikin. Disa li xweza û warê xwe xwedi derkevein û biparêzin. Em dê li daristan, xweza, av û hemû axa xwedî derkevin. Em dê di vê pêvajoya aştiyê de li ax, daristan, xweza û nirxên xwe xwedî derkevin û pêş bixin. "Konê Aştiyê yê Çareseriya Demokratîk" ku li Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê hatine vedan gelek girîn in. Em silavên xwe ji hemû kesên ku di van konên çareseriyê de nobetê digirin dikin. Em ji bo vê hewldana wan spas dikin."
"ŞERÊ LI SÛRIYÊ FIKARÊN ME ZÊDE DIKIN"
Kişanak, bal kişand ser şerê navxweyî yê Sûriyê û wiha got: "Her çend li Sûriyê şerê navxweyî hebe jî bi destê hêzên derve ev şerê navxweyî pêş dikeve. Bi zanebûn şerê mezhebî pêş dixin. Xwîna tê rijandin xwîna gelê Sûriyê ye. Li ser bingaha mezheban gelan bi gelê din didin şikandin. Divê her kes li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin. "
"XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN"
Kişanak, xwest ji bo aştî li Rojhilata Navîn pêş bikeve her kes li hemberî şer helwesta xwe nişan bide û wiha berdewam kir: "Em li her derê li hemberî şer li cem gelan cih digirin. Ji bo parastina nasname, ziman, çand em her tim li cem mafê gelan cih digirin. Hêzên serdest, hegomonya û şerxwaz li cihê xwe rûniştine û li Sûriyê xwînê didin rijandin. Divê her kes baş zanibe ku xwîna tê rijandin xwîna gelê Sûriyê ye û xwest gelê Sûriyê, xirîstiyan, ereb, kurd suryani li cem gel Sûriyeya Demokratîk cih bigirin. Divê kes li cem Rusya û DYA cih negirin."
"LI SER NAVÊ SAKÎNE, LEYLA Û FÎDAN KONFERANSA JINAN
Kişanak, herî dawî li ser xebata meclisa jinê jî rawestiya û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Meclisa BDP'ê 1'emîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn li Amedê pêk tîne. Em dê di vê konferansê de ceribînên jinan guhdar bikin. Em dê hemû ceribînan li hev kom bikin û niqaş bikin û bi axivin. Em dê di vê konferansê de hemû pirsgirêkên jinan birin dest û li çareseriyê bigerin. Ger ku dê li Rojhilata Navîn baharek pêş bikeve dê bi destê jinê pêş bikeve."