Garo Paylan: Em ê ji bo daxwazên budçeyê yên gel têbikoşin

Garo Paylan ê HDP'î diyar kir ku ji bo guh bidin daxwazên gel ew civîn û serdanan dikin û got, "Ji bo ev daxwaz di qanûna budçeyê de pêk werin, em ê têkoşîna xwe li meclîsê mezin bikin."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Komîsyona Aboriyê Berpirsyar Garo Paylan li ser 'Hevdîtinên Budçeyê' yên li Tirkiye û Kurdistanê pêk anîn, ji ANF'ê re axivî.

Paylan ragihand ku bac ji qesrê û hevalbendên wê nayê girtin û destnîşan kir ku di budçeya hatî çêkirin de bacê ji gel distînin û didin qesrê û hevalbendên wê.

Paylan di dewamê de anî ziman ku wê di demekî herî nêz de neveroka polîtîkaya budçeya gel ji raya giştî re pêşkêş bikin û got ku ji bo pêkhatina wê ewê li meclîsê têbikoşin.

Paylan her wiha diyar kir ku eger gel dengê xwe li kolanan, karxaneyan, kargehan û sendîkayan bilind bike encax dikare li meclîsê encam were bidest xistin.

Paylan bal kişande ser newekheviya rewşa qesrê û gel û ragihand ku qesr di nava kêyfê de dijî, her yek ji xebatkarên wê çendîn meaşan distîn; lê hemwelatî têkoşîna debarî dikin û niha ekonomiya gel bi erdê re bûye yek.

Garo Paylan işaret bi bêedaletiya budceyê kir û got, “Budceyên AKP’ê budceyên bê edalet û bê wijdanî ne. Çavkaniyên budceyê ji qesrê, şer û hevalbendan re tê veguhastin. Ji ber vê yekê daxwazên welatiyan ji nedîtî ve tên. Hem dema dahatên budceyê tên komkirin, bac bi rengekî bê edalet ji hejaran tê standin, hem jî dema budceyê çêdikin mezaxtinên budceyê ji bo kulmek hevalbendan dewlemend bikin û ji bo ku di qesran de bi rengekî luks bijîn tê bikar anîn. Em li dijî vê yekê budceya gel pêşniyar dikin. Ji bo amadekirina budceya gel em li her çar aliyên welat ‘Hevdîtinên Budceyê’ pêk tînin. Hevdîtinên li Agiriyê destpêkirî li Stenbolê didome.” Paylan eşkere kir ku ew wan hevdîtinan bi armanca guhdarkirina daxwazên gel û vegotina siyasetên ji bo pêkanîna wê pêk tînin û wiha pêde çû; “Ji bo ku daxwaz di yasayê budceyê ya li meclîsê de pêk were emê têkoşîna xwe ya di meclîsê de mezintir bikin.”

Paylan bibîr xist ku budce ji xeracên ku ji gelê hejar tê standin pêktînin û got, “Budce ji bacê pêk tê, lê pirsgirêka me bi vê yekê re heye bê ka ev bac ji kê tê standin. Barê bacê niha li ser pişta welatiyên me, kedkar û karkeran e. Ji hevalbendan bac nayê standin, çawa ku çavkanî ji budceyê ji hevalbenda re tê weguhastin, her wiha van pereyan ji bo buheştên bacê yên ji derveyî welat didizin û 5 qirûş bac ji wan nayê girtin. Desthilata AKP-MHP’ê bacê ji welatiyên hejar distîne. Di budceya gel de pêşniyara me ev e ku bacê ji hevalbendên xwe, ji yên rantxwar û dewlemendan were girtin. Divê ji welatiyên ku dahatekî xwe yê sînordar heye bac neyê standin, berevajî divê veguhastina dahatê ji bo wan were kirin. Pêwîste elektrîk, av, gaza xwezayî û înternet bêpere be. Pêwîste dahateke ku bikare pêwîstiyên bingehîn pêk bîne were pêşxistin."

Wekîlê HDP’yî Garo Paylan destnîşan kir ku weke partî ew ê li meclîsê ji bo daxwazan têbikoşin û banga mezinkirina têkoşînê kir. Paylan diyar kir, “Em di hevdîtinên budceyê de bang li gelê me, hemû rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan dikin ku em bi hevre têbikoşin. Ji ber ku budce ji qesrê dişînin û mixabin AKP-MHP piranî ji bo vê budceyê tenê bi bilindkirin û danîna destê xwe erê dikin. Ev di demekê de ye ku em ji bo ku gel bi xwe budceya gel amade bike û bi gel re vê budceyê pêkbînin têdikoşin.”

Paylan bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî; “Di vê hêlê de dubare bang li hemû gelê me dikim ji bo ku budce di berjewendiya gelê me, hejaran, karkeran û kedkaran de be em bi hevre têbikoşin.”