Gamze Taşçi ya ku tezkere protesto kiribû hate girtin

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi bi hinceta protestokirina tezkereya şerî ya di sala 2019’an de hate binçavkirin.

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi ku di çalakiya protestoyî ya li bînaya Rêxistina Şîşliyê ya CHP’ê de cih girtibû ku tezkereya şerî di sala 2019'an de ji aliyê AKP'ê ve ji meclîsê re hatibû anîn û CHP’ê jî ‘erê’ kiribû.

Daraza di bin kontrola desthilatdariya AKP'ê de bi hinceta; ‘binpêkirina destnedayîniya kargehê’ Gamze Taşçi binçav kir.

Cezayê girtîgehê yê ji 13 meh û 10 rojan pêk tê ku ji aliyê dadgeheke herêmî ve li Gamze Taşçiyê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate erêkirin.

Gamze Taşçi roja Înê li Marmarîs a Muglayê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ew şandin girtîgehê.