G.Ç: Ewlehiya canê min nîne, alîkariyê bidin min!

G.Ç: Ewlehiya canê min nîne, alîkariyê bidin min!

Jina bi navê G.Ç ligel ku dest jê berdaye jî rastî gefên wî tê û serî li ÎHD’a Îzmîrê da û daxwaza alîkariyê xwest. G.Ç ya ku ji ber tirsê bi keçên xwe re jî nayê cem hev, diyar kir ku ewlehiya canê wê nîne.

G.Ç ku li taxa Yamanlar a Îzmîrê dijî, di 14 saliya xwe de ji ber zextên malbata xwe bi xizmê xwe re zewicî. Di zewaca wê ya 27 salî de her tim şîdet dît û di 2004’an de êdî li ber xweneda û dest jê berda. G.Ç  ji bo ku demek dirêj ji hevser û malbata xwe dur jiyaneke bi huzur bijî çû derveyê welat û piştî vegeriya hîn kir ku hevserê wê her du keçên wê girtine û li Kocaeliyê bi cih bûye. Demekê çû bajarê ku keçên wê li wir dijîn man. Lê ji ber zextan hevser û malbata hevserê xwe ji Kocaeliyê vegeriya Îzmîrê G.Ç dixwaza keçên xwe yên ku niha zewicî bibîne dîsa rastî şîdetê tê.

G.Ç ji bo alîkariyê serî li ÎHD’ê da û ji ANF’ê re wiha axivî.

DI TEMENÊ BIÇÛK DE ZEWICÎ

G.Ç wiha got: “Di temenê biçûk de bi ez zora malbata xwe hatim zewicandim. 27 salan zewicî mam. Heta 2004’an berdewam kir. Ji berk u em ji heman gundî, ji heman eşîrîne û du keçên min hene ji neçarî me hev û din dîtin.

EZ DIXWAZIM ZAROKÊN XWE BIBÎNIM

G.Ç got ji ber ku çû derveyê welat ji keçên xwe dur mam û got: “Bi salan min ew nedîtin. Ez çûm Swêdê. Piştre keçên min çûn Kocaeliyê. Ev çend sale min keçên xwe nedîtine. Ez ji ber ku dîsa rastî heman pêkûtiyan têm, nekarim biçim cem wan. Ji min re dibêjin ger bê emê bikujin. Min tehdît dikin. Ez ji tirsan nekarim biçim. Zarokên min jî nekarin bên cem min.

MIN BERDA LÊ ŞÎDET NEQEDYA

G.Ç destnîşan kir ku ligel ku  hevserê xwe berdaye jî şîdeta li ser wê bi dawî nebûye û wiha got: “Sedema berdanê jî şîdet bû. Piştî min berda jî şîdet neqedya. Sala borî birayê min telefon kir. Birayê min got min tehdît dikin, dê min bikujin. Du hefte şûnde agahiya birayê min hat, xwe întîxar kiriye. Ez ji mirina bi gumanim. Ewlehiya canê min jî nîne.

JI ASTENGDARAN RE DIBE ALÎKAR

G.Ç got ji bo jiyana xwe bidomîne zehmetiyan dikişîne û wiha got: “Ez niha alîkariyên digirim pê jiyana xwe didomînin. Ez li Federasyona Komeleya Astendaran dixebitim. Ez hewl didim bibim alîkar. Ez bi çend kuruşên li vir jiyana xwe didomînim. Li xaniyekê bi rutbet dijîm. Li bende alîkariyê me.