Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Freedom House: Tirkiye welatekî azad nîne

Freedom House, Tirkiye xist nava lîsteya "welatên ne azad".

Mala Azadiyê (Freedom House) ku navenda wê li Washîngtonê ye, di rapora xwe ya îsal de Tirkiye xist nava lîsteya "welatên ne azad".

Di Rapora Azadiyê ya 2018'an de ku bi sernavê "Demokrasî di krîzê de ye" nota ji Tirkiyeyê re hate dayin, bi 6 pûanan hate kêmkirin. Tirkiyeyê 10 salên dawî 34 pûan kêm kir û bi vî rengî bû welatê ku di nava dema hatiye diyarkirin de herî zêde pûanê xwe kêm kiriye.

Di raporê de Tirkiye li ser sernavan hate rexnekirin: "Hêz li serokkomariyê hatiye komkirin, referandûma destûra bingehîn bi qisûreke mezin hate kirin, şaredar bi karmendên ji aliyê hikumetê ve hatin tayinkirin re hatin guhertin, zext û zordariya li aktîvîstên mafên mirovan û operasyonên li dijî karmendên dewletê."

Di raporê de nota DYA bi 3 pûanan hate kêmkirin. Wekî din çend ji welatên din ên di nava 'welatên ne azad' de ne wiha ne: Sûriye, Sûdan a Başûr, Erître, Koreya Bakur, Turkmenîstan, Gîneya Ekvador, Erebîstana Siûdî, Somalî, Ozbekîstan, Sûdan, Komara Afrîka ya Navîn û Lîbya."