Fransayê helwesta xwe ya li ser Sûriyeyê guherand!

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir, di mijara krîza Sûriyeyê de çûyîna Beşar El Esad karê ku divê ewilî bê kirin, nîne.

Macron ji heyşt rojnameyên li Ewropayê re axivî û got, "Min negot, ku hebûna Beşar a li ser wezîfeyê astengiye li pêşiya her tiştî."

Macron got, "Lewre kesî, yekî rewa ku bikeve şûna wî pêşkêşî min nekir."

Serokkomarê nû yê Fransayê got, "Baweriya min ew e, ku pêwîstî bi nexşerêyeke dîplomatîk û siyasî heye."

Balkêş e ku Macron qet qala Neteweyên Yekbûyî nekir. Li Neteweyên Yekbûyî, di sala 2015'an de li ser krîza Sûriyeyê planeke çareseriyê hatibû qebûlkirin.

Fransayê demeke dirêj, çûyîna ji ser desthilatdariyê ya Beşar El Esad weke karekî sereke ferz dikir. Ev helwest ji sala 2015'an û vir ve hinekî nerm bû be jî, di gotina fermî de dihat destnîşankirin, ku Esad nikare siberoja welêt temsîl bike.

Di mijara Sûriyeyê de Macron wiha dewam kir: "Xeta min zelal e. Ev jî, têkoşîna li dijî hemû komên terorîst e. Dijminên me ew in. Ji bo ev ji holê werin rakirin, di serî de Rûsya pêwîste em bi her kesî re hevkariyê bikin."

Fransayê, beriya niha bi çend mehan, dema Heleb kete destê rejîmê, Moskowa weke hevkariya sûcê şer sûcdar kiribû.

Di dema Macronê de Fransa xwe nêzî Rûsyayê dike.