Fransa, Rûsya û Avûstralya li qadan e: Wê Efrîn bi ser bikeve
Li Fransa, Rûsya û Avûstralyayê gelê Efrînê hate silavkirin ên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe didin.
Li Fransa, Rûsya û Avûstralyayê gelê Efrînê hate silavkirin ên ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe didin.
Di çalakiyan de Rûsya û Amerîka hatin protestokirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê çalakiya kon a ji bo berxwedana Efrînê didome.
Heyeteke vê çalakiyê çû serdana Nûneriya Konseya Ewrûpayê. Rayedaran pêşwaziya heyetê kir û soz dan ku ew ê meseleya Efrînê bînin rojeva xwe.
ADELAÎDE
Li bajarê Adelaîdeyê yê Avûstralyayê jî Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de bang li dewleta Tirkiyeyê hate kirin ku bila li hemberî êrîşên li dijî Efrînê helwesta xwe zelal bikin.
KRASNODAR
Kurdistaniyên li Federasyona Rûsyayê dijîn êrîşên li ser Efrînê protesto kirin.
Kurdistanî li pêşiya Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Girseyê di heman demê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya DYA û Rûsyayê da.
KRASNAKÛTÎ
Kurdistaniyên li navçeya Krasnakûtî ya Saratovê dijîn li pêşiya Navenda Civakî ya Kurd hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.
Di çalakiyê de çalakvanan ji xeynî alayên YPG û YPJ’ê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Erdoganê qatil’ berz kirin.