Fransa piştî lêpirsîna NY’ê ya Sûriyeyê amadeye (!)
Fransa piştî lêpirsîna NY’ê ya Sûriyeyê amadeye (!)
Fransa piştî lêpirsîna NY’ê ya Sûriyeyê amadeye (!)
Fransa jî tevli banga mudaxalekirina navnetewî ya der barê îdiayên ku çekên kîmyewî li Sûriyeyê tên bikaranîn bû. Serokwezîr Jean-Marc Ayrault diyar kir lêpirsîna ji aliyê NY’ê ve hatiye destpêkirin divê bi lez û bez bê lêpirsîn kirin û biryareke lezgîn bê girtin.
Serokwezîr Jean-Marc Ayrault ku êvarê bibû mîvanê telvîzyona France 2, diyar kir ku Fransa alîgirê ku mudaxaleyê şerê navxweyî yê Sûriyeyê bike. Jean-Marc Ayrault rola Fransayê ya di krîza Sûriyeyê de veneşart û balkişand ser lêkolîna ku dê komîsyona NY’ê li Sûriyeyê pêk bîne.
Ayrault da zanîn ku divê lêkolîn bê kêmasî û bê alî be û der barê mijarê de balkişand ser hevdîtinên xwe yên bi serokomar Françoîs Hollande. Ayrault got Hollande, bi serokwezîrê DYA’yê Barack Obama, serokwezîrê Îngîlistanê Davîd Cameron, serokwezîrê Kandayê Kevin Rudd û serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re der barê mijarê de hevdîtin kiriye.
PIŞTÎ LÊPIRSÎNÊ BIRYAREK ZELAL DIPÊN
Ayrault da zanîn ku teqez xuyaye rejîma Sûriyeyê çekên kîmyewî bikaraniye û wiha got: “Ger ev lêpirsîn temam bibe, bendewariya me ji qada navnetewî eve ku demildest biryareke zelal bigirin. Dê Konseya Ewlehiyê ya NY’ê berhev bibe. Qada navnetewî nekare li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê pêk hatiye bê deng be.
Fransa, ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha li gel DYA, Tirkiye, Suudî Erebîstan û Katarê cih digire. Nîcolas Sarzkoy ku bi polîtîkayên xwe yên aligirê Amerîkayê tê zanîn, li şûna wî Fraçoîs Hollande û wezîrê karê derve Laurent Fabîus berdewam kir.