FKÊ qirkirina Ermenan a 1915’an şermezar kir
Federasyona Komelên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniyek qirkirina Ermanan a sala 1915’an şermezar kir.
Federasyona Komelên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniyek qirkirina Ermanan a sala 1915’an şermezar kir.
Federasyona Komelên Êzidiyan (FKÊ) bi boneya salvegera qirkirina Ermenan a sala 1915’an daxuyaniyek nivîskî weşand û ev qirkirin şermezar kir.
Di daxuyaniya FKÊ de ev hatin gotin:
“Em weke Federasyona Komelên Êzidiyan FKÊ dibêjen bila qirkirina bi destê imparatoriya Osmaniyan a di sala 1915’an li dijî gelê me yê Ermen pek hat, ji aliyê dewletan û her mirovî ve bê qebûlkirin. Di vê jenosîda ku li hemberî gelê Ermen pek hat de hejmarek bilind a Êzidî jî ji ber vê jenosîda wan ketin. Armanca vê jenosîdê, dîrok û çanda gelên Ermen û Asûrî-Suryanî-Keldanî ji hole rakirin bû. Ev qirkirin li dijî mirovahî û mirovatiyê ye. Ev şûcekî înkara wê ne mimkûn e. Wekî din jî ji milyonek û nîvê zêdetir mirov ê hatin qetilkirin û sed hezaran ji cîh û warên xwe hatin kockirin.“
Herî dawî Federasyona Komelên Êzidî ev daxwaz kir: “Em weke FKÊ, di 101. salvegera jenocîdê de ku li hemberî gelê Ermen pêk hatî şermêzar dikin û ji cihên peywendîdar daxwaz dikin ku ev jenosîd bi fermî weke jenosîd were qebûlkirin.”