Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) girtina siyasetmedarê Kurdê Êzidî Hasan Dûtar şermezar kir û bang li hikûmeta Danîmarkayê kir, ku Dûtar ê li ser daxwaza hikûmeta Elmanyayê binçav kiriye, serbest berde.
Di daxuyaniya ku li ser navê FKÊ ji aliyê hevserok Xezal Yalçin ve hat dayîn de hat gotin, "Siyasetmedar Hasan Dûtar di heman demê de weke şêxekî Êzidiyan kedeke mezin daye civaka xwe kiriye û ev 23 sal in di xizmeta mirovahiyê de ye."
Hevseroka FKÊ Yalçin bang li hikûmetên Danîmarka û Elmanyayê kir, ku qanûn û pîvanên mirovahiyê binpê nekin û nebin hevparê dewleta Tirk a her roj jin, zarok, pîr û ciwanan qetil dike.
Di daxuyaniyê de binçavkirian Dûtar li Danîmarkayê bi tundî hat şermezarkirin û banga serbestberdana wî hat kirin.
Her wiha ji hemû mirovên demokrat û mafên mirovan jî hat xwestin, xwedî li siyasetmedarê Kurd Hasan Dûtar derkevin.