Fîncanci: Ji hêla dewletê ve girtin şanaziyek e
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci: Di serdemeke wiha de ku em li vir bin ev tê wê wateyê ku em tiştên baş dikin. Li Tirkiyê girtina ji hêla dewletê ve şanaziyek e ji bo me.
Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci: Di serdemeke wiha de ku em li vir bin ev tê wê wateyê ku em tiştên baş dikin. Li Tirkiyê girtina ji hêla dewletê ve şanaziyek e ji bo me.
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Azad(OHD) parêzer Rotînda Polat û parêzerên OHD’yî, seriyek dan Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku duh hatibû girtibûn û ew biribûn Girtîgeha Dorgirtî ya Jinan a Bakırkoyê.
Fîncanci ya ku bi rêya parêzeran peyam şandî wiha got, "Ez li benda biryareke bi vî rengî bûm. Ez şaş nemam. Di serdemeke wiha de ku em li vir bin, ev tê wê wateyê ku em tiştên baş dikin. Li Tirkiyeyê şanaziyeke ku mirov ji hêla dewletê ve were girtin."
Parêzeran diyar kirin ku Fîncanci slavên xwe şandine ji bo hemû kesên ku destekê didin wan.