Fîlmê qehremantiyê yê penaber
Fîlmê qehremantiyê yê penaber
Fîlmê qehremantiyê yê penaber
Fîlmê bi navê “Qehremanên Schweizer Helden-Swîsre” ku rojên derbasbûyî di Festîvala Fîlm a Locarno de layiqî ‘xelata temaşevanan” hat dîtin û di fîlm de behsa pirsgirêkên penaberan ên li Swîsre tê kirin, cara yekemîn duh di Sînemaya Riffraff a Zurihê de hat nîşandan.
Di galaya fîlm a ji aliyê çapemeniya Swîsre rastî rexneyên erênî hat, li gel derhênerên fîlm Peter Luîsî, lîstîkvanên fîlm jî amade bûn.
Di fîlmê ku bi zimanekî mîzahî hatiye hûnandin, biyanîtiya civaka Swîsre ya li hember penaberan û bêwatebûna qanûnan bi rengekî balkêş tê rexnekirin.
Di fîlmê ku bandoreke zêde li mirovan dike, Newroz Bal a em ji fîlmê Guneşe Yolculuk “Rêwitiya ber bi Rojê ve” nas dikin, di rolê penaberekî Kurd de ye.